Polîs dikare serreşan kontrol bike

Berya niha nûçe hatibûn belavkirin ku polîsê Stockholmê li metroyan li penaberên bêkaxez digere. Û herçend di destûrnameya polîs de nivîsandiye ku gereke ew li gor dirûvê xelkê kontrolan neke jî hin kesan behs kiribûn ku li gor şikil polîs ew sekinandiye û doza kontrola nasnameya wan kiriye.

Lê Wezîra Dadê Beatrice Ask dide zanîn ku ew vê weke tu problem nabîne. 

- Ji ber van kiryaran min tu tedbîr pilan nekirine. Her gotûbêjeke di çapemeniyê de rê li ber tedbîrekê venake. Baş e ku ev pirs têne rohnî kirin lê heta îro min tu guhertin pilan nekirine.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".