4000 kes ne dikarin bên şandin ne jî hiştin

Hikûmet dixwaze polîs bêhtir xelkê dersînor bike. Lê îro 4000 kesên bê destûra rûniştinê ku li Swêdê dijîn nikarin paşde bên şandin.

Halê hazir li Swêdê derdorê 20 000 penaxwazên ku reda wan hatiye hene. Ji bo ku ew bêne şandin Daîreya Koçê ewraqên wan radestî polîs kiriye.

Û ji van nêzîkê 12 000 kes firar in, ango meqamên resmî nizanin ew li kû ne. Dibe ku wan Swêd terikandibin yan jî bi qaçaxî xwe li Swêdê vedişêrin.

Yanî ma çi? Ma 7500 kesên ku hem qaçax in, hem jî bê kaxez in ku hikûmet dixwaze ew bên dersînorkirin û polîs nikare wan bişîne.

Li gor ku rojnameya Dagens Nyheterê nivîsandiye piraniya van kesan ji Îraq, Îran û Afganîstanê ne.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".