Logoya projeyê

Dara Helebçê wê bi tabela be

Dara Helebcê
1:39 min

Dara ku li bajarê Lundê ji bo bîranîna Helebçe dê bê çandin dê bi tabela be.

Di weşana Zayele ya duh de me ragihandibû ku ji bo bîranîna qurbaniyên Helebçe û li dijî bikaranîna çekên kîmyayî li parka gel ya Lundê darek dê bê çandin, lê hîna destûra tabelayê nehatibû dayîn.

Lê di civîna meclîsa şaredariya Lundê ya duh de biryara destûra tabelayê jî derket. Vê agahiyê yek ji însîyatîfgirên projeyê Sirwan Dabagh dide.

Dara ku di nîsanê li bexçê gel yê Lundê dê bê çandin ji texlîtê "davîdiya" ye ku bi swêdî jê re dibêjin "Duvträd". Sedema ku wan ev dar hilbijartine Dabagh rave dike.

Ji însîyatîfgirên projeya çandina dara bîranîna Helebçê Sîrwan Dabagh bû, ji bajarê Lundê.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".