Jan Gouilleou sitter hemma i fåtölj. Foto: Besir Kavak, Sveriges Radio
1 av 2
Jan Guillou: "SÄPO amadebû ji bo çi tişta mezin ku li Swêdê rûbidaya biketa pey şopa kurdan de". Foto: Besir Kavak, Sveriges Radio
Sores Resi
2 av 2
Sores Resi. Foto: Besir Kavak, Sveriges Radio

Kuştina Palme, PKK û nêçîra kurdan

Kurd ne terorîst artîst in
12 min

Di ser kuştina serokwezîrê Swêdê Olof Palme re 27 sal derbas bûn û hîna qatil nehatiye dîtin. Lê bi salan îstixbarata polîsên Swêdê di nav kurdan de li qatilan geriya û vêya tesîreke mezin li kurdên Swêdê û têkoşîna kurd bi giştî kiriye.

Heta îro jî serê pêlekê li welatên cuda yên Ewrûpa operasyon li hember dezgehên kurdan tên kirin, sîyasetvan û çalakvanên kurd têne girtin. Egera bingehîn ku rê li ber vê helwestê vedike, li gor şîrovegeran muhra terorê ya li ser Partiya Karkerên Kudristanê – PKK ye.

Îro PKK ji aliyê dewleta Tirkî, ya Amerîka û YE ve weke rêxistineke terorîstî tê dîtin. Û di belavbûna vê muhra terorîzmê de bi raya pisporan mesela kuştina Olof Palme roleke mezin dilîze.

Mesele çi bû û çima kurd hatin gunehbarkirin?

Di 28ê sibata 1986ê de saet derdorê 23.20ê şevê li navenda Stockholmê gava Olof Palme û jina xwe ji sînemayê derdikevin, kesek nenas nêzîkê wan dibe û ji mesafeyek pir nêzîk debançeyê têxe pişta Olof Palme û wî dikuje û jina wî birîndar dike.

Bi kuştina Palme re Swêd û cîhan dikeve nav şokê de, pirs tê kirin bê gelo kê û ji bo çi Palme kuşt. Demeke kurt piştî kuştinê şefê şopbirinê yê hingî Hans Holmér derdikeve pêşberî çapemeniyê û bi awayekî jixwebawer eşkere dike ku ew di pey şopa kurdan de ne û ji %95 ew piştrast e ku Palme ji aliyê kurdan ve hatiye kuştin.

Bi vê daxuyaniya Holmér re malik li gelek kurdan xerab bû. Kuştina Palme bi salan ji aliyê Tirkî ve weke delîla terorîzma PKKê hate nîşandan û piştî ewqas sal hê jî tevgera kurd nikariye wê muhrê ji ser xwe rake. Li ser kuştina Palme û şopa PKKê Şoreş Reşî kitêbeke lêkolînî bi navê Palme, PKK û Gladio nivîsandiye. Reşî dibêje bi kuştina Palme re hem li Kurdistanê, hem li Swêd, hem jî di qada navnetewî de zerar giha kurdan.

Ji aliyekî ve tesîra kuştina Palme di warê sîyasî de li ser kurdan çêbû, ji aliyê din ve jî kurdên ku li Swêdê dijiyan bûne hedef. Hans Holmér doza girtina 58 kurdan dike û di destpêka 1987ê de dozger 20 kesan ji wan digre, lê ji ber delîlên kêm piştî çend rojan kurdên girtî hatin berdan. Bes bi berdana wan re zordarî bidawî nabin. Muhra terorîzmê li hejmarek kurdên li Swêdê tê xistin, cezayê “hepsa belediyê“ li wan tê birîn. Zordarî gihan wê astê ku Holmér daxwaz kir da kurd li meydana futbolê ya Stockholmê mîna kampa civandinê bêne komkirin.

Wê demê beşek girîng ji sîyaset, medya û dezgehên swêdî kurdan wek gunehkar dibînin û ji bo îsbatkirina gunehê kurdan qaîde û qanûnên Swêdê bi xwe jî tên binpêkirin. Kurdên Swêdê ji tirsa ku tûşî êrîşan bibin nasnameya xwe vedişêrin.

Îcar di vê dema dijwar de ku pêl ber bi aliyekî ve diherike, dengekî xurt û bilind yê li hember vê pêlê rawestiyayî tê dîtin. Rojnamevan û nivîskarê Swêd yê binavûdeng Jan Guillou.

Sal 1987 e. Jan Guillou rojnamevanekî ciwan û çalak e. Bê Hans Holmér çende emîne ku kurdan Olof Palme kuştine Jan  Guillou hinde piştraste ku tu elaqê kurdan ji kuştina Palme tune û bi uslûbê Holmér ew bersiva wî dide û dibêje: ”Bi îhtîmaleke zêdetir ji %95 şopa Holmér di pey de xelet e û qatil ne kurd in”.

Û li hember nêçîra Holmér ya kurdan Jan Guillou adeta çeper digre. Ew bernameya TV:ya Swêdê ya bi navê Record Magazîn amade dike û di rojnameya Aftonbladetê de dinivîse. Lê dijberên wî yên di çapemeniya Swêdê de jî xurt in. Beşek ji TV:ya Swêdê û rojnameya Expressenê piştrast in ku Palme ji aliyê PKKê ve hatiye kuştin.

Û bi xebata xwe ya di pey îsbatkirina şaşiyên SÄPO de Guillou mîna pêşengê muxalefeta li hember Holmér derdikeve pêş. Lê gelo di wê demê de ew çawa gihabû wê baweriyê?

Jan Guillou dibêje hîna berya kuştina Palme ew gihabû wê encamê ku eger tiştek li Swêdê rûbide kurd dê bên gunehbarkirin, ji ber ku zemîna vê hatibû danîn.

-         Nêçîra kurdan beriya kuştina Palme dest pê dike. Di destpêka salên 1980î de SÄPO raporeke 500 rûpelî dinivîse. Rapor li ser kurdên li Swêdê ye. Di raporê de tê nivîsandin bê kurd çende xeter û talûke ne.

Ev lêkolîn berya kuştina Palme bi awayekî ketibû destê min û min ew bi hûrgilî xwendibû.

Jan Guillou bi berdewamî dibêje:

-         Ez gihabûm encameke bingehxurt. Raporê ev bawerî bi min re çêkiribû; SÄPO amade ye ku ji bo çi tişta mezin ku li Swêd rûbide bikeve pey şopa kurdan de. Lewra berya kuştina Palme min romaneke xwe li ser hîmê wê avakiribû. Beşê yekem ji rêzekitêba Hamilton derheqê kuştina serokekî Swêd de ye û bi kuştinê re polîsê îstixbaratê pey şopa kurdan dikeve. Ev kitêb berya kuştina Palme hate weşandin. Yanî eger ne Palme, kesek din jî hatiba kuştin dê SÄPO ketiba pey şopa kurdan de.

Di dema ku SÄPO rapora xwe dinivîse de li Swêdê du kurdên ku ji PKKê veqetiyabûn ji aliyê PKKê ve têne kuştin. Ango PKKê nîşan dabû ku ew li Swêdê dikare xelkê bikuje. Herwiha hin gavên siyasî yên Palme ne bi dilê PKKê bûn, weke mînak daxwaza Abdullah Öcalan ya destûra mafê rûniştinê nehatibû dayîn. Û di demeke wiha de Palme tê kuştin. Gelo ne mantiqî bû ku SÄPO gumanan ji PKKê bike ? Jan Guillou:

-         Kuştinên siyasî yên ku PKKê li Swêdê kirin li hemberî muxbirên SÄPO bûn. Raya mirov li ser vêya çi dibe bila bibe sebebeke kuştina muxbiran heye û mentiqî ye. Muxbir ji bo kêmayîyan xeter in. Ji bo cihûyên di dema Hitler de jî û ji bo kurdên li Swêdê di 80î de jî wiha ye. Lê mirov nikare ji vêya wê encamê derîne ku PKK dê serokwezîrê Swêd bikuje. Ev netîceya lêkolîna SÄPO ne tiştekî mentiqî bû.

Çaxê ev rapor dihate nivîsandin Hans Holmér şefê SÄPO bû, bi kuştina Palme re ew bû berpirsê şopbirina qatilan û ewa ku polîs mîna gumana sereke kete pey şopa kurdan de bi însîyatîfa wî bi xwe bû.

Û wî çaxî, dibêje Jan Guillou, zanyariyên raya giştî ya Swêdê nebûn, kurd nedihatine naskirin û pêbaweriya gel ya bi rayedaran xurt bû. Xelkê digot eger rayedar bêjin ew terorîst in, naxwe rast e, ew terorîst in. Hişyarkirina raya giştî li hember vê nêrîna fermî zehmet bû.

Lê li hember hemû îdiayên SÄPO û Hans Holmér Jan Guillou delîlên dijber belav dike û di sibata 1987ê de Hans Holmér dîyar kir ku ew ji serokatiya şopbirinê îstifa dike.

Jan Guillou:

-         Dîsa jî baş derbas bû. Ez dikarim îdia bikim ku em di têkoşîna raya giştî de biser ketin û me dawî li nêçîra kurdan anî. Û îro di çavên swêdiyan de kurd ne terorîst lê artîst in. Dema behsa kurdan tê kirin berya her tiştî em li kurdên hunermend difikirin.


Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".