Sedemek mezin ya newekheviyê îzna dêûbavîtiyê ye. Foto: Rebecka Gyllin/Sveriges Radio.

Pêşniyazek: Bila îzna bavîtiya were zêdekirin

Eger tu encamên erênî ji bonus, ango mikafata wekheviyê dernekevin Partiya Gel (Folkpartiet) wê pêşniyaz bike ku heyvên bavîtiyê bibin sisê. Partiya Gel vê daxwazê tevî bernameya xwe dike.

Weke gava yekem partî dixwaze ku mikafata wekheviyê bê duqatkirin û pereyên zêde bidine dêûbavên ku rojên zarokê bi qasî hev dabeş dikin. Lê eger ev yek tu encamê nede bila heyvên bavîtiyê ku vêga didune bibine sisê.

Di nav Partiya Gel de yê ku serektiya vê pêşniyazê dike Christer Nylander e:

- Sedemek mezin ya newekheviyên di warê miaş û kariyer de ji ber van mehane. Dê ji bavan bêhtir li ber zarokê dimîne. Nayê qebûlkirin ku derfet û imkanên jinê ji yê zilêm xerabtir bin.

Îzna dêûbavîtiyê bi giştî 16 meh in û bav mecbûr in bi kêmasî du mehan ji van kar nekin û xwe betal bihêlin.

Mikafata wekheviyê ku me behs kir tê wateya ku eger bav ji du mehan zêdetir li ber zarokê bimîne rojê 50kr zêdetir wergire.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".