Ji havînê û pê de zarokên bêkaxez dê bikaribin biçin dibistanê. Foto: Anna Hanspers/Sveriges Radio

Bila polîs neçin dibistanan

Bila li polîs bê qedexekirin da ji bo girtina zarokên penaxwazan yên bêkaxez nikaribe biçe dibistanan. Ev daxwaza ombudsman, ango nûnerê pirsên zarokan Fredrik Malmberg e.

Zarokên penaberên bêkaxez ku halê hazir xwe vedişêrin ji havînê û pê de wê bikaribin biçine dibistanan, lê nûnerê pirsên zarokan bifikar e ku gelek zarok ji ber tirsa ku ew bêne girtin dê newêribin biçin xwendegehê. Ji ber ku ji aliyê qanûnî ve tu astengî nînin.

Fredrik Malmberg dibêje:

- Ev mirov têxe nav endîşeyê. Li welatên din yên YE hatiye dîtin ku eger qedexeyek nebe polîs dikare carcaran ser dibistanan de bigre û ev dikare dêûbavan bitirsîne ku ew zarokên xwe neşînin xwendinê.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".