18 sal zindan li qaçaxçiyê kokaînê hate birîn

Di havîna 2010ê di Deryaya Karîbê de keştîvanekî swêdî bi 1,4 ton kokaîn hatibû girtin. Îro dadgehê 18 sal cezayê zindanê li bersûcê sereke birî.
Bersûcê sereke ne keştîvan, lê swêdiyekî 40 salî bû ku berya du salan ji ber şêlandina bankeyê li Kolombiya hatibû girtin. Li gor dozger berpirsê sereke û mêjiyê pilana qaçaxiyê vî kesî kiriye û berya bê girtin carekê di 2006ê de carekê jî di 2010ê de qaçaxiya wan serkeftî bûye. Tê hesabkirin ku nirxê vê qaçaxiyê zêdeyî 110 mîlyon kron bûye.
Heçî keştîvan bû 14 sal cezayê zindanê lê hate birîn.