Serokê Korêya Bakur Kim Jong Un. Foto: Scanpix

Carl Bildt: ”Gefên Koreya Bakur endîşedêr in ”

Derbarê nakokiya di navbera Korêya Bakur û Korêya Başûr de û gefên Bakur yên li ser Başûr wezîrê derve yê Swêdê dibêje ew nizane bê ev tehdît çiqasî divê cidî bêne girtin.

-      Uslûbê tehdîtkar yê Korêya Bakur me dike nav taswasan. Ez fêm dikim ku ew li hember daxuyaniya konseya ewlekariyê ya NY vêya dikin. Lê daxuyaniya konseyê li hemberî ceribandinên nukleerî yên vî welatî bûn ku li hember civata navnetewî bû.

 Li ser pirsa bê gelo divê ev tehdîta Korêya Bakur cidî bê girtin yan na Bildt dibêje:

-      Zehmet e mirov ji vêya nirxandinekê derîne.  Berya niha jî çend caran me dîtiye ku meyleke Korêya Bakur ya bikaranîna uslûbekî hişk û tund heye.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".