Sergelstorg. Wêne: Jenny Groth/Andreas Dybeck.

Eroîn ji her dem zêdetir tê firotan li Swêd

Firotina maddeyên narkotîk zêde buye
6:02 min

Di navbera van salê dawîyê de firotina eroînê gelek zêde buye. Eroîn hem erzan buye hem jî dîtina wê rehettir bûye. Li gor polês naha jenerasyoneke nû pabendê madeyên narkotîkê derdikevin holê. Hin jî Sergelstorga di merkeza Stockholmê cîyê dayînûstandinê ye. John jî ku 28 salî ye, ji wan pabenda yek e.

– Meriv dikare bibêje ku ksên ku li wê derê eroînê difiroşin ji yên ku dikirin pirtir bune. Gelek kes difiroşin.

Em di kafeterîya Ohlensê de runiştine û li meydana Sergelstorg dimeyzînin, dibêje reporterê Radioya Swêd. Jonny lezek berê derzîya heroînê di towaleta restoranekî de li xwe xistîye. Ewî eroîna xwe ji merivekî bi mişterîyên pir li Segelstorg standîye.

– Ev kesa tê û li Sergelstorgê du seetan disekine, çep û rast meriv tên û jê eroîn dikirin. Du seet ji wî re besîn, dibêje John.

Reporterê Radîoya Swêd di nava çend heftîyan de li dendorrê Sergelstorgê digere û dayîn û standina medeyên narkotîk bi çavê xwe dibîne. Hinek tên û bi hereketên zu î bi destên perayê mezin kiri xwe dikin. Her tîst li meydanê û li ber çavan dibe. Di demeke kurt de meriv dibîne kî kîye. Hinek rojan heyanî heft kesên heroînfiroş li wir tof dibin.

Raporeke navxweyî zi polêsê îstihbaratê yên krîmînala li herema Stockholmê nîşan dide ku eroîn naha erzantir e, hem eroînfiroş hem jî kirîn zêde bûye. Heger çiqas ji bo hevdû belav kirina netverka eroînfiroşan, polês di dema çend mehan de xebatên xwe berfireh kiribin jî tu encameke baş derneketîye holê.

Lê li gor polêsê narkotîkê Lennart Karlsson eva wek karekî bê fayde ye.

– Em di mehê de bi kemasî deh eroînfiroşan digirin, lê mixabin her dem di dewsê de yên din derdikevin. Eva wek lîstikeke di parkê de; merivek ji qulikekî dertê, tû bi darê xwe ve li serê wî dixî û bi para ve dikeve qulê, lê ji quleke din re merivekî din dertê. Evê lîstikêke ku kesek nikare qezenc bike, dibeje Lennart Karlsson.

John ku her roj eroînê distine, di alîyê din de gelek ecêbmayî ye ku ne gelek kes ji alîye polês ve tên girtinê.

– Hela bala xwe bidê birek meriv li orta bajar de sekinîne û eroînê difiroşin. Ez ji vir ve dibînim ku gelek polêsê sîvîl li wir hene lê eroînfiroşan nagirin. Di dewsê de diçin ser yên ku dikirin, dibêje John.

Li gor wî heya naha bi tenê merivekî ku ew jê eroînê distîne, ketîye destê polês.  

– Çend roj berê yek hat girtin, lê belê yên din ku ez sê sal e nas dikim, hin jî eroîna xwe difiroşin. Ew qet carekî jî nehatîne girtin. Ez fêm nakim ku dikarin ji sibe heyanî evarê li wir bisekinin.

Madelaine jî kesekî eroînfiroş e. Ew jî gelek ecêbmayîye ku firotina eroînê di merkeza bajar de ew qas rehet e.

– Di serî de min ji xwe re digot meriv nikare hema wusa di orta çarşîye de eroîn bifiroşe, polêsê we min bigire, le paşe min fêm kir ku gelek rehet e. Kesek nayê te nagirê û kar jî gelek baş diçe, dibêje Madelen ku ne navê wê yê rastî ye.

Polês Joke Bylander ku di nav grupek polêsên  ji bo meydana Sergelstorg ye. Wek ku hatîye biryar kirin, gere ew nîvê zemanê xwe li Sergelstorgê derbas bikin û herwaha pêşîlegirtina suc bikin. Lê mixabin ji sedî 25 ji wî zemanî ancax ew dikarin li wir bisekinin.

– Maçê fotbolê, jan jî yên hokey derdikevin û em di wir tên şandin. Yan jî sîyasetmedar û serok tên Stockholmê me dişînin, yanî bi kurtasî bi sedan tiştên din derdikevin û me ji kare me yê edetî vediqetîne, dibêje Joke Bylander.

Ji derva ve meriv nikare bibîne ku John eroînê hildide û ew jî fêm nake ku ew çawa dikaribû biketa vî halê nehalan. Eva sala wî ya çaran e di destê eroînê de.

John dixaze jî qepeça eroînê derbikeve, lê mixabin heya naha nikaribûye serkeftî be. Ew dibe ewî hem ji eroînfiroşan u hem jî ji eroînê nefret dikir.

– Ewê her tişt ji min girtîye û di dewsê de tistek ji parave nedaye min. Ez di dilê xwe de her roj digirîm lê nîşanê derva nadim, dibeje John.  

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".