Sara Danius wê li Akademiya Swêdê li ser kursîyê hejmara 7 rûnê. Foto: Elin Georgsson/Sveriges Radio

Danius dibe endama nû ya Akademiya Swêdê

Wêjevan û profesora estetîkê Sara Danius dibe endama Akademiya Swêdê ku enstîtuya zimên e.

Di miha 12ê kanûna îsal de Sara Danius dikeve şûna Knut Ahnlund de. Di nav 18 endamên akademiyê de bi vî awayî hejmara jinan dibe şeş. Li gor Danius sedema ku ew hatiye hilbijartin ew e ku ew hem nivîsên akademîk dinivîse û hem jî di rojnameyan de nivîsên çandî û kulturî diweşîne.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".