Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/

Polîs li metroyan hew li bêkaxezan digere

Hat weşandin fredag 8 mars 2013 kl 17.11
Polîs êdî li metroyê li bêkaxezan nagere. Foto: Fredrik Sandberg / Scanpix

Polîsê sînor li Stockholmê bi mebesta girtina penaberên bêkaxez hew kontrolan dike.

Gelek rexne li kontrolên polîs yên metroyan hatibûn kirin ku ew bi rawestandinan rûmeta xelkê binpê dikin. Ji bilî Demokratên Swêdê hemû partiyên muxalefetê yên di parlamento de li dijî kontrolan derketibûn û gotûbêjên germ di medya civakî de hatibûn kirin. Gazin dihatine kirin ku polîs li gorî dirûvê rêwiyan wan radiwestîne û pirsa nasnameya wan dike.

Şefê polîsê sînor li beşê Stockholmê Peter Nilsson teyid dike ku ji ber gotûbêjan wan kontorlên di metroyan de rawestandine.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".