Wêne: Scanpix

Şahzade Lilian ya 97 salî wefat kir

Şahzade Lilian doh, yekşem di mala xwe de wefat kir. Ew bû 97 sal. Şahê Swêdê derbarê wê li ser malpera koşka şahî dinivîsîne ku ew ji alîyê temamê malbata şah ve gelekî hezkirî bû.

Şahzade Lilian 30 meha heştan di 1915 li bajarê Swansea li Wales ji dayik bû. Wê şahzadê Swêdê Bertil di 1943 li London naskir.

Piştî şerê cîhanî yê duem şahzad Bertil û Lilian hatin Swêdê û li Djurgården jiyan. Wan wê demê nikarîbûn bi hev re bizewicin û zarokan bînin û ne jî fermî pêkve beşdarî çalakîyan bibin.

Eger di wê demê de şahzad Bertil bi wê re zewicîbaya wê demê wê mafê wiraseta welîehdê Swêdê ji dest berbidaya ji ber ku Lilian ne ji malbateke şahî bû.

Ev yeka bû sedema jiyana wan ya nehênî di 33 salan de. Piştî ku şahê Swêdê Carl Gustav bi Silvia re zewicî di 1976 de, ya bi xwe jî nej i xuîna şahî bû, destûr ji şahzad Bertil û Lilian re bû ku bizewicîn. Piştî zemawenda wan ji nûve Lilian bû şahzad û fermî bû endamek ji malbata şahî.

Şahzad Bertil di 1997 de wefat kir. Şahzad e Lilian di van salên dawî de bi nexweşîya alzheimer bû û di mal de dihat derman kirn.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".