Wêne: Jessica Gow/Scanpix

Mercên tund li ser kirêdaran tên danîn

Çar ji pênc şirketên kirêdana xanîyan mercên taybetî datînin ser kirêdarên xwe, wekî nimûne merca karê daîmî û referans ango tewsîye. Lêhûrnerîneke beşê nûçeyên radyoya Swêdê, Ekot vê yekê eşkere dike.

Di heman demê de jî raporek nû ji dezgeha xanî û plandanîna civak û avahîyan, Boverket, diyar dike ku milyonek swêdî bi hatinîyên wisa kêmin ku di metirsîya neqebûlkirina şirketên kirêdanê de ne.

Li gor yasa ew şirketên xanîyan yên bi şaredarîyan ve girêdayî ne xwedan berpirsîyarîyeke taybetî ya civakî ne, ji wan tên xwestin ku xanîyekî bo şênîyên şaredarîyê bidin.

Barbro Engman ji rêxistina seranserî ya kirêdaran, Hyresgästföreningen dibêje ku ew şirketên van mercên zehmet datînin bi xwe ne li gor berpirsîyarîya ji wna tên xwestin nin.

-Di rewşa îro de xwedanên şirketan karin li gor dilê xwe kirêdaran hilbijêrin. Îro grûpin hene li derveyê bazara xanîyan dimînin yên berê nediketin wê metirsîyê de dema me gelek xanî hebûn. Merc û şert bêhtir dibin û bi vê yekê dê bêhtir kes jî li derveyê bazara xanîyan bimînin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".