Wêne: Radyoya Swêdê

Salmezin kêmtir cigareyê dikişînin

Hejmara salmezinên cigarekêş ji 16 ta 11% daket di navbera salên 2004 ta 2011 de, lê li hêla din kişandina cigarê di nav gencan de bêhtir bûye, ev li gor statistikeke nû ji enstîtûya tendursitîya gelî, Folkhälsoinstitutet.

Li gor armancên neteweyî yên hikûmetê divê bikaranîna tobakê di civakê de kêm bibe.

Beşek ji vê armancê ew e ku hejmara gencên dest bi kişandina cigarê dikin yan jî snus bikartînin divê ta sala bê bi nêvî bibe. Lê Cecilia Birgesson, lêkolînera pirsên tobakê li enstîtûya tenduristîya gelî bawer nake ku dê bi vê armanca bi serkevin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".