SOS Alarm jimareyeke nû ya agahdarîyê datîne

Îro SOS alarm jimareyeke neteweyî ya nû bo agahdarîyê dide nasîn, 113 13. Mirov kare telefona vê jimareyê bike bo wergirtin yan jî dana agahdarîyê derbarê qezeyên giran û bitirs lê ne yên acil.

Berîya nuha, her bo dana agahdarîyê jî mirov ji jimareya alarmê ango ya hişîyarîdanê 112 re telefon dikir.

Birêvebirên SOS Alarm, dibêjin gelek telfonên nepêwîst ji wan re dihatin û nuha hêvî dikin ku hejmara wan kêm bibe bi alîkarîya vê jimareya nû ya agahdarîyê.

SOS Alarm şirketeke ku li ser daxwaza hikûmetê berpirsîyarên jimareya tengasîyê ya acil 112 ye di hindirê Swêdê de.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".