Björklund dixwaze li plana saetan vegere

Dora % 6 ji hemû dibistanên bingehîn salane ji alîyê dezgeha çavdêrîya dibistanan ve tên rexnekirin ji ber ku şagird kêm dema perwerdeyê werdigirin. Û di dibistanên amadeyî de, ango gymnasium her rewş xirabtir e.

Wezîrê perwerdeyê, Jan Björklund daxwaza yasayên tundtir dike û berîya nuha pêşnîyaz kirîye ku plana saetên dibistana bingehîn divê li gor astên cuda bên dabeşkirin.

Ew daxawza heman tiştî bo dibistanên amadeyî jî dike û careke din plana saetên perwerdeyê lê vegerîne.

Îro tu merc tune ne bê şagirdên amadeyî divê çend saetên derzan werbigirin. Ta nuha Björklund piştgîrî ji partîyên din bo pêşnîyaza xwe nedîtîye, lê wî ji dezgeha dibistanan daxwaza raporekê kirîye ya divê ta dawîya adarê amade be.

    

 

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".