Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/

Du kesên genc di nêçîra polîs de mirin

Hat weşandin tisdag 12 mars 2013 kl 10.20
Wêne: Fredrik Sandberg / Scanpix

Du kesên genc doh bi şev di qezeya siyarê de mirin dema ji ber nêçîra polîs ji pirê ajotin xwarê û bi siyarê ketin avê de. Qeze li ser rêya 55 ya sereke di navbera Enköping û Strängnäs de bû. Ev her du kes li Uppsalayê benzîn dagirtibûn û pere nedabûn.

Bo rawestandina her du dizan polîs emir da ku pira Hjulstayê vebe, ya bi xwe pireke zîvrandî ye. Encamên vê nêçîrê bi qezeyeke giran bi dawî bû, siyara dizîkeran li pêşî lêgirtinên rêyê dan û ketin nav avê de.

Peyivdarê çapemenî yê polîsê Uppsalayê, Christer Nordström ji beşê nûçeyên radyoya Swêdê, Ekot re dibêje ku dê ev qeze bên lêkolîn kirin.

-Bêgûman dê lêkolîn derbarê vê bûyerê berdewam be. Ev qezeyeke gelekî xembar û nexweş e ya tê de du genc jiyana xwe ji dest dane. Û bêgûman rewşeke zêde giran e bo malbat û dostên wan.

Piştî vê bûyerê rexne li kar û nirxandinên polîs bûye bi vekirna vê pira zîvirandîya ya tên texmîn kirin ku sedema mirina van du kesan bû.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".