Wêne: Bertil Enevåg Ericson/Scanpix.

Kêmhebûna doktorên pispor mezin e

Îro bi kêmanî 1 400 doktorên pispor di warê lênerîna bingehîn de kêmin. Lêkolînek ku yekîtîya doktoran pê rabûye vê yekê diyar dike. Li gor doktorên di warê lênerînê de, pisporên bêhtir di lênerîna bingehîn dewê lênerîneke baştir jî bidana.

Yekîtîya doktoran di lêkolîna xwe de ji piranîya navendên lênerînê yê Swêdê pirsîne, 1 160 navendên lênerînê, û hejmara bersivdanên vê lêkolînê jî bilind bû.

Ev cara yekem e di 15 salan de ku lêkolînek bi vî awayî li dar dikeve, ya nuha diyar dike ku hejmara doktorên pispor di warê lênerîna bingehîn de kêm e û ku pêwîstî bi 1 400 doktorên pispor heye.

Li gor Marie Wedin, seroka yekîtîya doktoran, rewş di pênc salan bê de xirabtir dibe û sedem li gor wê asta bilind ya temenê navencî ba doktoran,  ku milet pîrtir dibe û ku bêhtir nexweşên bi astengîyên derûnî bo warê lênerîna bingehîn tên şandin e.

-Ev hemû bi hev re dihêlin ku rewşa ku îro netêr e kare bi gelekî bêhtir di pênc salên bê de xirabtir bibe. Li gor nerîna me ev yeka heyf e ji ber ku warê lênerîna bingehîn bingeh e û divê her bingeh bimîn e di lênerîna tenduristîya me de.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".