Serokwezîrê Swêdê Fredrik Reinfeldt

"şîroveya derbarê mafê kurdan bi salan re bi pêş ve diçe"

Doh seredana fermî ya serokkomarê Turkîyê Abdulah Gül li Stockholmê dest pê kir. Li gor rojnameya Dagens Nyheter, hem partîya gel û hem jî partîya sosyaldemokratan nuha ji serokwezîrê Swêdê Fredrik Reinfeldt dixwazin ku rewşa kurdan û azadîya derbirîna bîrûbawerîyê li Turkîyê bi Gül re şîrove bike.

Serokwezîrê Swêdê, Fredrik Reinfeldt di civîna çapemenî ya îro berîya nîvro li dar ketibû got ku di cîvîna bi Gül re, ev her du pirs hatin şîrovekirin û herweha pirsa pêdivîya danîna yasayeke bingehîn ya nû li Turkîyê jî.

Lê bi her halî Reinfeldt dibîne ku li Turkîyê pêşketin li dar dikevin, wekî nimûne ji alîyê pirsa grûpên hindikayî ve, û wî di civîna çapemenî de got ku şîroveyên derbarê mafê kurdan helbetê bi salan re bi pêş ve diçe.

Di civîna bi Gül re herweha pirsa endametîya di yekîtîya Ewrûpayê de hate şîrove kirin jî. Li Swêdê piştgîrîyeke bi hêz heye bo qebûlkirina endametîya Turkîyê di yekîtîya Ewrûpayê de. Lê li gor partîya gel û sosyaldemokratan gelek astengî îro di rêya vê yekê de hene.

Hem ji alîyê azadîya derbirîna bîrûbawerîyê ve û hem jî lênerîn û muameleya kurdan. Li gor Comittee to Pretect Journalists, di dawîya sala derbasbûyî de 49 rojnamevan di zindanên Turkîyê de zindankirî bûn.

Pirseke din ya hesas û germ, pirsa qebûlkirina qirkirina miletê ermenî ya berîya sed salî li dar ketibû ye.

Qirkirina ermenîyan ji alîyê piranîya endamên parlamana swêdê ve di 2011 de hate pejirandin, lê her dîsa jî hikûmet ta nuha derbarê vê yekê daxuyanîyek nedaye.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".