Wêne: Radyoya Swêdê

Milkdarîya şirketên biyanî di bazarê de mezin e

Beşekî mezin ji endustrîya tiştên xwarinê ya swêdî, milkê şirketên biyanî ye, ya îro dike nîvî beşê firotina di bazarê de. Milkdarîya şirketên biyanî ji 1994 de dest pê kir dema derbasbûna di yekîtîya Ewrûpayê de.

Berîya wê yek ji deh karkeran di endustrîya tiştên xwarinê de di komşirketeke biyanî de kar dikir. Piştî deh salan bû çar ji dehan. Û nuha hejmarên nû ji şirketên tiştên xwarinê diyar dikin ku hejmara wan di 2012 de bilin bûye û giheştîye her ser du karkerî yek.

Şirketên mezin yên global dikin nîvê cîroya di warê endustrîya tiştên xwarinê ya swêdî de.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".