Herî zêde xelk ji kansera pişikê dimire û sedema sereke cigarekişandin e.

Kanser zêde dibe

Hejmara kesên ku li Swêdê nexweşiya kanserê li wan dide bilind dibe. Fonda Kanserê (Kanserfonden) vê encamê di rapora xwe ya salane de diweşîne. Di van 20 salên dawî de kanser bi navencî salê ji %1,7 bilind bûye.

Weke tedbîr jî Fonda Kanserê dixwaze hikûmeta Swêdê li hemberî cigarekişandinê bêhtir bixebite û ew herwiha rexnegir in ku li nexweşxaneyên mezin ji ber neyîna pereyan her ku diçe lêkolîn kêmtir tên kirin.

Sedem zêdebûna nexweşiyê ew e ku xelk bêhtir temen dikin. Li Swêdê kesên bin 80 salî re herî gelek ji nexweşiya kanserê dimirin û ya ku herî zêde dikuje kansera pişikê ye. Di 2011ê de zêdetir ji 3600 kesî ji ber wê mirin.

Lêkolîn nîşan didin ku sedema sereke ya ku mirov bi kanserê dikevin cigarekişandin e. Wek din sedem qelewî û alkohol e.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".