Salê carekê yan heyvê carekê? Foto: Anders Wiklund/Scanpix

Di navbera hevkarên hikûmetê de dubendî

Beşek ji ikûmetê dixwaze ku xwedîşîrket ji dêla salê carekê, heyvê carekê agahiyên miaş ji Daîreya Bacê ya Giştî (Skatteverket) re bişînin. Daxwaz ew e ku kardêr agahiyan bi rêya komputeran ango bi awayê elektronîkî bişînin û kardêrên ku komputerên wan nebin ji vî şertî mûaf bên girtin. Lê ev daxwaz dubendiyê têxe nav partiyên di hikûmetê de. Per Åsling li ser navê Partiya Navendê endamê desteya maliyê vêya dibêje.

- Pêşniyaz niha di hikûmetê de tê gotûbêjkirin, em binêrin bê çi jê derdikeve, bes em qebûl nakin ku barê şîrketên swêdî bê girankirin.

Ji bilî Partiya Navendê ji hevkarên hikûmetê Demokratên Xiristiyan jî radigihînin ku ew li dijî pêşniyazê ne.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".