Kamerûnî li Swêdê hatin xapandin

Berya niha bernameya bi navê Uppdrag Granskning ya Televizyona Swêdê hin karkerên daristanê yên ji Kamerûn ku hatibûn xapandin nîşan dabû. Soz ji Kamerûniyan re hatibû dayin ku eger ew werin Swêdê û daran biçînin mehê 18 500 kron miaş dê bihata dayîn. Lê xwediyê kar soz neanîbû cî û serpêhatiya wan di televizyonê de hatibû nîşandan.

Piştî bernameyê xwediyê kar û sendîka li hev rûniştin û di dawî de gihan peymanekê, lê peyman bi xwe jî ji bo karkeran xeyalşikestin bû. Her yek ji karkeran mehê ne 18 500 lê kêmtir ji 10 000 kron wê bistîne. Û her yek ji wan herçend kar kirine jî bi vî awayî bergindî du mehan pereyan nastîne.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".