Margot Wallström. Foto: Jonas Ekströmer/Scanpix

Wallström dê ji bo pirrengiyê bixebite

Margot Wallström dibe birêvebira hewldaneke nû ya ku bi mebesta pirrengî û toleransê hatiye avakirin. Navê projê Postkodlotteriet e. Weke berpirs Wallström wê bi rêxistinên îdeel re kar bike û binêre bê pereyên pîyango li kê bên belavkirin.

Margot Wallström ya Sosyaldemokrat berya niha wezîrtiya kulturê kiriye û demekê ew komîsyonera YE bû. Herî dawî wê ji bo pirsên jinan di şer û pevçûnan de nûnertiya NY kir.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".