Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/

Keçikê ji ber henekpêkirinê xwe kuşt?

Hat weşandin onsdag 13 mars 2013 kl 12.43
Wêneyên wê li ser înternetê hatibûne belavkirin. Foto: Scanpix

Roja înê li bajarê Kumla keçeke 13 salî mirî hate dîtin û tê texmînkirin ku wê întihar kiriye. Niha derdikeve holê ku keçik li dibistanê rastî tahde û henekpêkirinê hatibû. Rojnameya Svenska Dagbladet ku vê îdiayê dinivîse xwe dispêre dêûbavên keçikê û xwendekarên dibistanê ku şahidtîya vê yekê dikin.

Çavdêriya Giştî ya Dibistanan îro bi dibistana li Kumla re civînek kir û biryara kontrolkirinê hate standin.

Tê gotin ku fîlmê keçikê hatiye girtin, wêneyên wê hatine kişandin û paşê ew li ser Înternetê belav bûne. Li gor polîsê Örebro guman ji lawekî 15 salî tê kirin ku wî wêneyên keçika kuştî û çend qîzên din weşandine.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".