20 swêdî endamên parlamentoya YE ne. Foto: Bengt O Nordin

Hejmara parlamenterên swêdî wek xwe dimîne

Îro diyar bû ku hejmara parlamenterên Swêd yên di parlamentoya YE de wê wek xwe bimîne.

Li gor peymana Lissabonê gereke 751 endamên parlamentoya YE hebin, lê halê hazir hejmara parlamenteran 754 e. Loma desteya destûrê pêşniyaz kiribû ku hejmara parlamenterên Swêd bê kêmkirin û Swêd bi tundî li hemberî vê pêşniyazê derketibû.

Û bi dengdana îro re biryar hate dayin ku hejmara parlamenterên Swêdê yên di YE de wek xwe, ango 20 kes bimîne.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".