Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/
Detta är sändningsledningen vid Sveriges Radio med ett viktigt meddelande till allmänheten i Sundsvalls kommun, Västernorrlands län. Det brinner i ett ställverk utanför Stockvik med kraftig rökutveckling. Räddningsledaren uppmanar alla som befinner sig i området att gå inomhus och stänga dörrar, fönster och ventilation. För mer information lyssna på Sveriges Radio P4 Västernorrland.
(Publicerat igår kl 23.44)
Serokkomarê Turkîyê Abdullah Gül û şahê Swêdê Carl XVI Gustaf di merasîmên vekirina enstîtûya lêkolînerî bo lêkolînên derbarê Turkîyê de. Wêne: Jonas Ekströmer/ SCANPIX

Xwendevan zanîngeha Stockholmê rexne dikin

Xwendevan Shovan Hedayaty zanîngeha Stockholmê rexne dike.
7:49 min

Zanîngeha Stockholmê doh enstîtûya lêkolînerî bo lêkolînên derbarê Turkîyê fermî vekir. Di merasîmên fermî yên vekirinê de serokkomarê Turkîyê Abdullah Gül amade bû û ev yeka li gor xwendevan Shovan Hedayaty (Shwan Bokani) bawerîya bi zanîngehê û helwesta wê ya obcektîv û bêalî di pirsên siyasî de dişkîn e.

Shovan Hedayaty, xwendevan li zanîngeha Stockholmê doh di herêma zanîngehê de amade bû li gel çend hevlna û bi amadebûna hêzeke mezin ya polîs û parastinê di herêma zanîngehê de ecêbmayî bûn. Hêza parastin û ewleyîya bo şandeya hatibûn vexwandin bo vekirina vê enstîtûya lêkolînerî ya lêkolînên derbarê Turkîyê, ku şahê Swêdê û herweha serokkomarê Turkîyê, Abdullah Gül tê de amade bû.

Polîs bi her awayî xwendevanên xwedan nerîn derbarê amadebûna Gül ji herêma zanîngehê dûr xistin ji ber li gor wan ew metirsîyek bûn li ser rewşa ewleyîyê di herêma zanîngehê de.

Shovan Hedayatyji ber vexwandina serokkomarê Turkîyê Abdullah Gül bo zanîngeha Stockholmê ecêbmayî û aciz e. Li gor nerîna wî ev yeka bawerîya bi zanîngehê û helwesta wê ya obcektîv û bêalî di pirsên siyasî de dişkîn e û bi nêt e piştî vê bûyerê nivîsareke şîroveyî bo rojnameyên Swêdê binivîsîne:

Lê Paul Levin, berpirsîyarê vê enstitûya lêkolînerî bi berevajîya nerîna xwendevan Shovan Hedayaty dibêje ku zanîngeh zêde kêfxweş û serbilind e bi amadebûna du serekên dewletan, şahê Swêdê û serokkomarê Turkîyê  di vekirina fermî ya enstîtûyê de.

-Amadebûna van her du serkên dewletan rêznîşandaneke bo me lê ev yeka bêgûman bandoreke fermî li hêjayîya karê lêkolînê ku di zanîngeha Stockholmê de dibe nake, ya bi xwe ji fikir û hizrên siyasî azad e.

Di vekirina fermî ya vê enstîtûyê de tenê kesên hatibûn vexwandin amade bûn, ew jî li gor Levin ji ber pirsa ewleyîyê bû. Û derbarê rexneyên xwendevan Shovan Hedayaty ku rê venebû bo şagirdan ku beşdar bibin û rexne û pirsên bêjin, Paul Levin bersiv dide û dibëje ku bi xwe merasîmên vekirinê bû ne semînereke vekirîbû:

-Bi xwe merasîmeke fermî bû, lê di nav mêvanên dawekirî de sê nûnerên komeleyên xwendevanan hebûn, ji komeleya siyaseta karûbarê derve, ji komeleya akademisîyenên genc û nûnerên komeleya xwendevan û akademîsîyenên turk û çendîn doktorandên derbarê Turkîyê lêkolîn dikin jî amade bûn. Lê vê carê mecal û imkanên semînereke vekirî bo xwendevanan tune bû ku pirs û rexneyên xwe bêjin.

Xwendevan Shovan Hedayaty her xerîb dibîne ku zanîngehek wekî zanîngeha Stockholmê serokkomarê welatekî ku nuha yek ji xwendevanên wê ji ber derbirîna bîrûbawerîyên wî dike li Turkîyê mehkûm bibe, dawey zanîngehê dike.

Paul Levin derbarê vê rexnegirtinê dibêje em ji vê nerînê tê digihêjin û em vë yekê mixabin dibînin lê dibêje ku zanîngeh tu helwestên siyasî nagirin û hêvîdarin ku ev enstîtû bi lêkolînên xwe zanîyarî û agahdarîyên derbarê pirsên cuda di Turkîyê de bide, wekî nimûne rewşa mafê azadîya derbirîna bîrûbawerîyan di Turkîyê de.

Û derbarê pirsa min eger wan ev pirsana vê carê bi Gül re şîrove kirine, Levin bersiv dide û dibêje ku ew diplomasiyeke bêdeng bi rê ve dibin û vê carê mecal û derfet nebû bo şîrovekirinê.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".