Wêne: Anders Persson/Sveriges Radio Örebro

45 salîyek bi tevlîbûna kuştina li Kumla hate girtin

Mêrekî 45 salî ji ber tawana cinsî hember keça 13 salî ya xwe li Kumlayê kuşt hate girtin. Doh piştî nîvro ew ji alîyê polîs ve hate girtin bi gûmana ku zarok bi awayekî cinsî bikar anîye û wan dane pêş kamereyê. Yek ji qurbanan keça 13 ji Kumla ye ya roja înîyê xwe kuşt û keçeke din di heman temenî de qurbaneke din e.

Li gor rojnameya Aftonbladet, ev mêrê 45 salî wisa kirîye ku ev keçên genc tazî û rût xwe li pêş kamereyê nîşan bidin û ev mêra pişt re wan tehdîd kirîye ku wêneyan li ser internetê belav bike.

Polîsê Örebro nuha navê mêrê gûmanjêkirî yê li ser internetê eşkere kirîye û daxwaz dike ku kesên din yên bûne qurbanên tawanên wî deng ji xwe bînin. Mats Nylén, şefê peywendîyê yê polîsê parêzgeha Örebro ye:

-Nylén dibêje agahdarî di pêşlêkolînê de hene yên diyar dikin ku girêdanek heye di navberav vî mêrê gûmanjêkirî û ew navê din yê hatîye bikaranîn û keça 13 salî ji Kumla ya zerer lê bû ye.  

Mêrê 45 salî nuha gûmanjêkirîye lê li ser asteke nizim û ew bi xwe tawanên pê sûcdar bûye inkar dike.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".