Wezîrê koçê Tobias Billström û berdevkê partîya jîngehê Gustav Fridolin. Wêne: Johan Engman & Pontus Lundahl/Scanpix.

Partîya jîngehê bi rawestandina hevkarîyê bi hikûmetê re tehdîd dike

Partîya jîngehê dike hevkarîya bi hikûmetê re ya derbarê siyseta koçê rawestîne. Ev yek piştî civîna acil ya partîyê roja çarşemê eşkere bû. Berdevkê partîya jîngehê Gustav Fridolin rexneyan li hikûmetê dike û wan di vê rewşê de sûcdar dike.

Berdevkê partîya jîngehê Gustav Fridolin daxuyanîya wezîrê koçê Tobias Billström ya derbarê ku partîya jîngehê jî alîgirê karê polîsê sînor e bi kontrolkirinên nasnameyan di tunnelbana yê de wekî çavkanî nîşan dide, lê hem jî ku daxwaz tune bo guherîna naveroka têgihiştina ” ji ber hoyên li ber çav yên dilşewat” ya di warê siyaseta koçê de bo wergirtina mafê rûniştinê li Swêdê tên bikaranîn:

-Hikûmet agahdarî daye ku naxwazin vê guherînê bikin, ya derbarê ji ber hoyên berçav yên dilşewat". Ya bi xwe derbarê rewşa zarokên ku li vê derê mezin bûne ye, mirovên ku temamê jiyana wan li vê derê ye, yên nexweş û bi pêwîstïya dermankirin û lênerînê ne yên divê derfetê bibînin ku dest bi jiyaneke nû bikin, derfet û imkanên bo mafê rûniştinê li Swêdê.

Eger hikûmet bo vê guherînê ne amade be, wê demê lihevkirin û hevkarîya me jî namîne. Belgeyek tenê belgeyek e ta ya tê de nivîsandî dibe rastî.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".