Hikûmet dixwaze aborîya hêza bergirîyê kêm bike

Sibe dê hikûmet biryarê bide ku lêçûnên miaşên hêza bergirîyê divê bi nîv milyar kronî di pênc salên bê de kêm bibe. Ev biryar tenê piştî du heftîya ji dema ku hêza bergirîyê daxwaza pereyên bêhtir ji hikûmetê kirin e da ku karibin xwe pê biqedînin, tên wergirtin.

Li gor hêza bergirîyê ew bi pêwîstîya çar milyar kron in salan e, yek ji sedeman pirbûna lêçûnên karmendan e ji dema ku sîstema wan ji erkdarê xizmeta leşkerîkirinê bû sîstema karmend û xebatkaran.

Hikûmet jî dixwaze pêdivîya karmednan ya zêdebûyî rawestîne. Û li gor vê pêşnîyaza nû ya hikûmetê dê dora 1000 karmenî ji hêza bergirîyê bên der kirin. Derbarê hem efseran e, leşker, deryavan û fermandarên grûpan e.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".