Nivîskar Jonas Hassen Khemiri. Wêne: Lars Pehrson/SvD/Scanpix

Ask bersiva nameya vekirî ya Khemiri dide

Piştî ku wezîra dadê, Beatrice Ask bersiva pirsa derbarê projeya rexnekirî ya bi navê ”Reva” da di roja sêşemê de, nivîskar Jonas Hassan Khemiri nameyeke vekirî doh di rojnmaeya Dagens Nyheter de bo wî nivîsî ya derbarê serpêhatîyên wî bi xwe ji rasîsm û nijadperestîyê li Swêdê bû.

Di nameyê de Khemiri dixwaze pestê xwe bi Ask re biguhere û herweha serpêhatin û xibretên xwe jî.

Ev nameya Khemiri bi berfirehbûneke ecêb li ser internetê û medyayên civakî de hate belavkirin û li gor rojnmaeya Dagens Nyheter bi xwe, ev name di nav hemû bikarhênerên Twitter de li Swêdê hate belavkirin û di nav bêhtirî 200 000 bikarhênerên Facebookê de jî.

Îro Ask bersiva nameya Khemiri dide û dibêje ku ew perspektîv û awirekî giring tîne ziman, lê Ask di heman demê de dibêje ku min jî sepêhatinên nijadperestî û rasîstîyane hene û ku hewesa wê bo vê pirsê heye.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".