Carl Bildt di 27 saliya xwe de Amerika ji danûstandinên hikûmeta Swêdê agahdar dikir. Foto: Scanpix.

Carl Bildt sirên dewleta Swêdê daye Amerîka

Wezîrê Derve yê Swêdê Carl Bildt di salên 70î de Amerîka ji naveroka civînên hikûmeta Swêdê agahdar dikir.

Ev agahî di raporeke ku ji aliyê malpera Wikileaks ve hatiye weşandin diyar dibe û tê de dîplomatên Amerîka didin zanîn ku wan agahî ji Carl Bildt wergirtine ku hingî di desteya danûstandinan de cî digirt.

Danûstandinên hikûmetê yên di payîza 1976ê de bi awayekî pir veşartî li parlamentoya Swêdê dihatin kirin. Yanzdeh rojan piştî civînan serokwezîrê wê demê Thorbjörn Fälldin dida radigihand ku derheqê civînan de ew ê tiştekî nebêje. Lê di heman roja civînê de hîna gelê Swêdê bi naverokê nehesiyayî raporek berfireh derheqê danûsantinan de dikeve destê Wezîrê Derve yê Amerika yê wê demê Henry Kissinger û rêxistina îstixbarata Amerîî CIA.

Li gor rojnameya Aftonbladetê Carl Bildt li xwe mikur hatiye ku rast e wî agahî dane dîplomatên amerîkî, lê li gor wî ji xwe heman agahî di rojnameyan de hatibûne weşandin.

Bes serokwezîrê wê demê Thorbjörn Fälldin radigihîne ku axavintên wan gişt nehênî bûn û ne tenê dewletên derve ji bo partiyên wan bi xwe jî ew veşartî dihatine girtin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".