Ev du sal in li Sûrî şer e, heta niha nêzîkê 100 000 kes hatiye kuştin. Wêne: Rodrigo Abd/Scanpix.

Swêd naxwaze muxalefeta Sûrî bê çekdar kirin

Serokkomarê Fransa Francois Hollande dixwaze YE ambargoya çekan ya li hember Sûrî rake da ku ew bikaribin çek û sîlehan bidine muxalefeta ku li hember rejîma Baas şer dike.

Lê serokwezîrê Swêdê Fredrik Reinfeldt ne bi vê daxwazê re ye.

Reinfeldt dibêje:

- Belavbûna çekan gelek talûkeyan bi xwe re tîne û hebûna çekan piraniya caran piştî ku şer diqede dibe serêşî. Li halê Lîbya binêrin bê ketiye çi rewşê, lewra ez biguman im ku çekdarkirina aliyên ku pevdiçin çareserî be.

Û ne tenê Swêd hin endamên din yên YE jî li dijî çekdarkirina muxalefetê ne. Lê di serî de Îngilîstan û Fransa dixwazin ambargo bê rakirin û heta ew eşkere dikin ku bê biryareke hevbeş ya YE jî ew ê sîlehan bidine muxalefetê.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".