Gelek madeyên narkotîkê mîna hebên normal xuya dikin û piranî bi rêya înternetê têne fiortin.

Firoşgerên narkotîkê berya qanûnê tevdigerin

Malperên înternetê yên ku madeyên narkotîkê difiroşin berya ku muhra narkotîkê li madeyan bê xistin malê xwe arzan dikin. Madeyek wiha UR-144 bû ku di meha sibatê de hate qedexekirin. Lê du hefteyan berya qedexeyê gelek firoşgerên ser înternetê malê xwe piranî firotibûn.

Polîsê narkotîkê li Luleå Johan Ekström dibêje haya firoşgeran gelekî baş jê heye bê kengî muhra narkotîkê dê li mal bê xistin û hîna ew nebûyî qanûn malê di destê xwe de arzan dikin. Yanî ji aliyê qanûnî ve jî bi vî awayî ew tu sûcî nakin, ji ber ku sûc ji roja destpêka qedexeyê û pê de dest pê dike.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".