Foto: Jessica Brander/Sveriges Radio P4 Jämtland.

Serê deh deqeyan qezayek

Par 47 000 qezayên wesayîtan yên  bi heywanên berî re hatine raporkirin, yanî li gorî vê serê deh deqan qezayek dibe. Lêçûna van qezayan, birîndariya xelkê, zerara li wesayitan dibe û hwd li ser civakê digihîje 3 mîlyar kron.

Lê dîsa jî bi raya koordînatorê netewî yê Dezgeha Trafikê Anders Sjölund sîstema Swêdê ya li hember qezayên wiha baş e û herçend îsal hejmara qezayan rekor jî bû ew bawer e ku di paşerojê de qeza kêmtir bibin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".