Dalkurd

Dalkurd sibê ji bo Rojava dilîze

Taximê futbolê yê li herêma Dalarna Dalkurd dê lîstika xwe ya sibê ya bi Sandvîken re bexşî gelê rojavayê Kurdistanê bike.

Di malpera xwe de Dalkurd radigihîne ku hemû pereyên ku ji maça sibê bên bê ku dest bidinê, weke piştgirî ew ê bişînin ji kurdên Sûriyê re.

Maça sibê li meydana Jernvallen li Sandviken dê bê lîstin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".