Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/

"Bonî sêv" balê dikişîne ser Anfal û Helebce

Hat weşandin fredag 15 mars 2013 kl 17.05
Hiyam Cetinkaya û Kave Khezri ji ji projeya Bonî sêv
(10 min)
Endamën projeya Bonî sêv. Wêne: Zayele

Kurdên Swêdê bi çalakî û awayên cuda di gelek bajar û deverên Swêdê de komkujîya Helebce û qurbanên wê bibîr tînin û civaka swêdî bi vê karesatê agahdarî dikin. Wekî nimûne, li Uppsalayê çend xwendevan û akademîsîyenên kurd li hev kombûn û projeyek bi navê "Bonî sêv" saz kirine.

Û çalakîya wan ya yekem li darxistina galayeke ango merasîmeke bîranînê bo Helebceyê sibê li dêra mezin ya Uppsalayê, Uppsala Domkyrkan. Du ji endamên Bonî Sêv, Hiyam Cetinkaya û Kawe Khezri bûn mêvanên Zayele û behsa armancên projeya xwe kirin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".