Eger peyman neyê girêdan karker dê biçin grevê. Foto: Hannes Ewehag/Sveriges Radio.

Greva muhtemel hate taloqkirin

Enstîtuya Navcîtiyê
4:36 min

Danûnstandinên navbera karbidest û sendîkayan dest pê kirin, lê tu peyman nehatine girêdan.

Pênc sendîkayên endustriyê pêşniyaza karbidestan red kirin û peyman îmza nekirine. Di heman demê de, di branşa avakirina xaniyan de jî xetera grevê hebû ku sibê dest pê kiribû, lê îro grev du hefteyan hate taloqkirin. Û encama danûstandinan di vî warî de wê tesîrê li tevahiya peymanan bike.

-      Niha ya pêşî sektora ku reqabet tesîrê lê dike ye, ango endustriya di bin banê wê de karkerên avakirinê û kahrebevan/ceryanvan hene. Gotûbêjên bi sektora xizmetê, sektora xizmetê ya taybetî, bi beledî û wîlayetan re jî dest pê kirine. Tenha gotûbêja ku hîna dest pê nekiriye, dibêje Claes Stråth ji Medlingsinstitutet sektora dewletî ye.

Medlingdsinstitutet, ango enstîtuya navberîkirinê wekî ku ji navê wê diyar e dezgeheke navcîtîyê ye, da ku aliyên cuda yên bazara kar berbihev bîne. Lê di heman demê de ew divê lê bigerin ku miaşê karkeran di asteke maqûl de be. Ango zêdekirina miaş ji enflasyonê bilindtir be, lê wê dengeyê jî bigre ku miaş ne ewqasî bilind be ku bibe sedema enflasyonê û tesîreke xerab li ser hêza hevrikiya şîrketan bike.

Û li gor Claes Stråth rêyeke baş ya danîna miaşên maqûl, ew e ku endustrî biryara sewîye û asta gotûbêjên peymanê diyar bike. Mesele ew e ku miaşê branşên din ji endustriyê ne bilindtir be û ji bo vêya di demeke nêzîk de peymanek lazim e bê îmzakirin. Claes Stråth:

-      Tesîra reqabeta navnetewî li ser sektora endustriyê mezin e, lewra gotûbêj û peymana ku bi vê sektorê re bê girêdan ji bo hemû gotûbêjên din dibe rênîşander.

Stråth herwiha dide zanîn ku li Swêdê bi giştî 600 peymanên kolektîv hene û muhleta nîvê van peymanan heta dawiya adarê ye. Ji dawiya adarê re jî va wext nema. Û xuya ye di vê navberê de heta ku peyman bên îmzakirin hin nakokiyên cidî di navbera karbidest û sendîkayan de dikarin derkevin. Heta Claes Stråth destnîşan dike ku hin pêşagahdarkirinên jikarderxistinê dest pê kirine jî.

-      Di nav karkerên avakirinê û ceryanvan de nakokiyekê dest pê kiriye jî, dibêje Cleas Stråth. Eger em li tecrûbeyên salên derbasbûyî binêrin hîna di çend beşên din de jî pirsgirêk dikarin rûbidin. Lê kêm caran ev nakokî digihin asta ku karker biçine grevê yan karbidest wan ambargo bikin.

Heçî Enstîtuya Navberîkirinê ye, berya duwanzdeh salan ew weke dezgeheke dewletî hatibû damezirandin. Mebest bi enstîtuyê çareserkririna nakokiyên navbera karbidest û sendîkayan e. Lê rola mezin hê jî terefên elaqedar, ango karbidest û sendîka dilîzin. Ya ku enstîtu dike ew e ku navcîtiyê bike û hay jê hebe ku miaş di asteke maqûl de be. Cales Stråth dibêje di van 12 salan de miaş bi giştî %50 bilind bûye, li gor wî ev asteke maqûl e û lewra ji vê encamê memnûn e.


Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".