Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/

Divê piştgîrîya bo jinên berxeter heman be

Hat weşandin måndag 18 mars 2013 kl 16.44
Wêne: Heiko Junge/Scanpix

Li gor yasaya xizmeta civakî hemû şaredarîyên Swêdê xwedan heman berpirsîyarîyê ne ku piştgîrî û alîkarîyê pêşkêşî jin û zarokên tadeya zor û şidetê li wan bûye û bûne şahidên bikaranîna şidetê bikin. Lê diyare aborîyeke lawaz, kêmasîyên zanebûnê, rewşa karmendan û helwêstên şaş dihêlin ku çend şaredarî bi çavekî giring li vî warî nenerin.

Mikael Thörn, birêvebirê projeya çavdêrîya neteweyî ya dezgeha giştî ya karûbarên civakî di vî warî de dibêje dê guherîn li dar bikevin:

-Mikael Thörn dibêje ku em nuha dikin ku destûrnameyekê amade bikin û ev mercek biryardayî ye li ser wan ya bi xwe tê bi wateya ku ew divê li gor daxwaz û mercên me danîne kar bikin. Ji ber di rewşa hazir de tenê pêşnîyazeke giştî bo vî warî heye.

Û em dibînin ku çend şaredarî li gor wê pêşnîyaz û amojgarîyê kar dikin , lê hîna jî kêmasîn hene û bawer dikin ku awayekî baştir lêkirina karî her amadekirina destûrnameyekê ye da ku bêhtir mercên mecbûrî bên danîn yên li awayê karê şaredarîyan derbarê kesên tade û zerera şidet û zorîyê li wan bûne, binerin û bişopînin. Dezgeha giştî ya karûbarên civakî hilbijart ku ji nêzîk ve li vê pirsê di nav şaredarîyên Swêdên binere û bê ew çawa di vî warî de kar dikin.

Wan par li 60 şaredarîyên ku bi rasthatinî hatine hilbijartin nerîn û ya di wê çavdêrîkirinê de hate peydakirin ew bû ku beşin ji şaredarîyan ne li gor merc û şertên ji wan tên xwestin kar dikin.

-Mikael Thörn, berpirsê sereke bo karê çavdêrîya neteweyî ya dezgeha giştî ya karûbarên civakî dibêje ku ev rewşeke cidî û berxeter e, ji ber ku ev mirov, herçend li kîj devera Swêdê jî bijîn, her xwedan mafê piştgîrî û alîkarîyê ne.

Beşek ji karê vê çavdêrîkirinê dê di meha çaran de bên pêşkêşkirin lê ji nuha ve Mikael Thörn eşkere dike ku dezgeha giştî ya karûbarên civakî dê di pêştir de bêhtir daxwazên mecûrî û ne yên başe bên kirin yan jî gerekin, di karê şaredarîyan bo pirsa lênerîna jinên tûşî tade û şidetê bûne bike.

Wekî destpêk dê ji berpirsîyarîya ku îro ji şaredarîyan tên xwestin dest pê bikin û di rewşên pêwîst de dê daxwaza tedbîr û çareyan ji wan bikin.

-şaredarî karin, ji me re rapor bikin û em karin bi çavdêrîkirineke nû wan bişopînin. Thörn dibêje eger kêmasî û astengî mezin bin yan jî ku tiştek yan pirsek asê mabe wê demê em karin daxwaza peredanê ji wan bikin, ji ber kêmasîyên mezin di karê wan de.

Di rewşa îro de û di çend bendên yasa yên cuda û yasayên giştî de tarîf û vegotin ronîkirî û zelal heye bê şaredarî dê çawa li gel jinên zerer li wan bûye kar bikin.

Thörn berdewam dike û dibêje eger şaredarî li gor van yasan bikirana û xwedan karekî baş bana û herweha kompetens û jîrbûneke têr di vî warî de bana wê demê me yê ji nuha ve karîbûya alîkarîya pêwîst pêşkêşî jinên zerer li wan bûye bikiraya ya ew bi xwe ji mafê wan e.

Bernardita Nunez, birêvebira giştî ya rêxistina Terrafem ku bo mafê jiyana jinan bê şidet û tadeya mêran kar dikin, dibêje ku divê mirov yekser gavekê bi pêş ve bavêje:

-Astengîyeke bingehîn heye ya ne ji ber karê sekreterê karûbarên xizmeta civakî ne, yan karê nexweşxaneyekê yan hemşîreyekê ye. Astengîya berfireh û giştî ew e ku yasaya li dij şidet û tadeya hember jinan ne mecbûrîye.

Nunez dibêje tu yasa tune ye bêje: divê şaredarî piştgîrîyê bide wan jinên zerer li wan bûne. Eger astengîyên aborî yên şaredarîyan hebe wê demê pirsa van jinan danaynin li pêş. Bernardita Nunez ji rêxistina Terrafem dixwaze bêje ku hoyên giring hene bo ku yasaya xizmeta civakî bêhtir bi hêz bibe.

Mikale Thörn li dij vê pêşniyazê dernakeve. Ew dibêje eger ev çavdêrîkirin nişan bidin ku mercên tundtir helwêsta şaredarîyahn naguhere û ku ew li gor yasaya pisên civakî nakin, wê demê ew berdewam bikin û di rapora dawî bo hikûmetê de pêşniyaz bikin bê di pêştir de dê çawa lê binerin.

Mikael Thörn dibêje ku wê demê dê ev yeka bi ihtîmaleke mezin guherîna di yasayê de pêkbîne û ew bêgûman dibîne ku dê her guherîn di vî warî de çê bibin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".