Emil Häggbom û Pasi Winsten şertên nexweş yên nezaretê dîtine.

Ciwan zêde di nezaretê de tên hiştin

Ciwan û nezaret
5:33 min

Her ku diçe pirtir ciwanên di navbera 15 û 17 salî de li Swêdê li benda dadgehê, di bin çav de di nezaretê de dimînin. Û gelek caran di wir de wext zêde derbas dibe û şert dijwar in. Û ev yek li dijî peymanên naventewî ye. Pasi Winsten di 17 saliya xwe de hate tewqîfkirin. Ew dibêje di tewqîfkirinê de wext qet derbas nabe.

-          Deh deqeyên di nezaretê de mîna saetekê ye, yan zêdetir. Di wir de mirov gêj û sersem dibe.

Pasi Winsten yê niha 23 salî dibêje ew nikare tarîf bike bê wextê di bin çavan de çawa derbas dibe, ew kêliyên ku mirov bi tena serê xwe di nav çend çend metreçargoşe de, ya star.

Pasi Winsten di 17 saliya xwe heta ku lêkolîna wî hatiye kirin ku divê serbest bê berdan de du rojan di bin çavan de maye. Ew dibêje di wî temenî de haya mirov ji sîstema dadweriyê û mafan nîne, loma gereke çareyek din hebaya.

Pasi Winsten dibêje:

-                 Gereke mirov bikarîbaya ji wî cîyê teng derkeve û tiştekî bike, hema çi be, pînpong bilîze yan jî bimeşe. Bi min di wî temenî de ji bo mana di nezaretê de mirov zêde biçûk e.

Konseya Ewrûpa û komîteya bergiriya îşkencê ya NY ji ber bêparhiştina ji azadiyê ya kesên bin 18 salî re berya niha Swêd rexne kirine.

Nûnertiya Mafê Zarokan, ango Barnombudsman ku ev bi salan e li hemberî vêya têdikoşe niha raporek amade kiriye û pêşkêşî hikûmetê dike. Di raporê de bal tê kişandin ser nezaniya karkerên li nezaretê û berhevkirinên kêm yên agahî û statîstîkê. Bo nimûne agahiyên bê çend caran kesên navbera 15-17 salî ketine nezaretê kêm in.

Rapirsîneke nûnertiya zarokan nîşan dike ku di sala 2011ê de bi giştî 3100 carî zarok hatine binçavkirin.

Li gor ombudsmanê zarokan Fredrik Malmberg hejmara tewqîfkirinan zêde bûye.

-          Di nava van panzdeh salên dawî de ew sêqat bûye. Ev bilindbûneke zêde ye. Û çaxê mirov li statîstîka sûcan dinêre, mirov nikare fam bike bê çima ew sêqat bûye.

Fredrik Malmberg bi berdewamî dibêje:

-          Nûnerê Parlamentoyê yê hiqûqî (Justitieombudsmannen) li pirsê nêrîye û dibêje tenê di rewşên awarte de çêdibe mirov zarokan têxe nezaretê.

Belê, tenê gava ku sedemên berbiçav hebin zarok dikarin bên tewqîfkirin. Dîsan jî çi cara ku dozger daxwaza qedexeya têkilîdanînê û temaşekirina televîzyonê kiriye ew hatiye pejirandin.

Ya ku ombudsamanê zarokan Fredrik Malmberg talûke dibînê ew e ku ciwan demên dirêj ji însanan tên dûrxistin û bi tena serê xwe têne hiştin. Bi raya Malmberg ev hin xeterên hiqûqî yên cidî bi xwe re tîne.

-          Ev tesîrê li tendurustiyê dike. Lê ev herweha tesîrê li ewlekeriya hiqûqî jî dike. Ew kesê di hundir de ji bo ku ji wira xelas bibe amade ye her tiştî bêje.

Nûnerê Mafê Zarokan weke çareserî pêşniyaz dike ku herî zêde ciwan mîna li Norvêcê 24 saetan di nezaretê de bên hiştin. Halê hazir li Swêdê ev muhlet çar roj in. Ji bo dema tewqîfkirinê jî li Swêdê tu sînorek nîne.

Li gor dazanîna Dozgeriyê par panzdeh kesên bin 17 salî re zêdeyî du mehan hatine tewqîfkirin, şeş ji wan hin azadiyên wan jî hatibûne bisînorkirin.

Emil Häggbom di 17 saliya xwe de carekê li Stockholmê deh saetean di nezaretê de maye. Ew dibêje:

-          Cara pêşî ez hatime girtin cehnebe bû. Ez dîn bûm û tirsiyam. Weke şexs jî ez kesekî bêtebat im, hedana min nayê. Pirsgirêka mezin ew bû ku tu kesê ez pê re qise bikim nebû. Mirov di wir de bi tena serê xwe bi xwe re dikudîne. Mîna ku mirov îşkenceyeke rûhî bi xwe bike.


Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".