Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/
Wêne: Tomas Oneborg/SvD/Scanpix.

Sîstema nû bazara kirînên bi sms:an lawaz kirîye

Ji yekê şibatê de mirov nikare bi rêya sms:an tiştekî bikire eger mirov xwe di sîstemên kirînê de qeyd neke û ji wê demê de hem bilêtên bi rêya sms:an ve tên kirîn û hem jî dana yarmetîyê kêm bûne.

Ev guherîn ango pirsa qeydkirinê ji ber yasayeke nû ya li dij şûştin yan jî sipîkirina pereyan e dest pê kirîye, lê Nicholas Rundbom berpirsê çapemenî bo xizmetên telefonên mobîl li Telia yê dibêje ku berdewamkirina li gor sîstema kevin dê hem yasayî û hem jî mumkin bûya:

-Me karîbû her wekî sîstema berê berdewam bikira û li gor mercên yasa kar bikira, lê ev guherîn li gor pêşketinan bû. Ji ber bo demdirêjî dê mercên nû li ser peredanên mobîlan bên danîn.

Wê bên xwestin ku bo berhem û xizmetën din bên bikaranîn jî û dê kêm peredanên mobîlan bimînin, wekî xizmetên sms:an û dê karekî cihê jî pêk bê yê xwedan cizdanekî mobîl û yê kare derfeta peredanê hem di firoşgehan û li ser netê jî veke. Îca mana sîstema kevin ne durist bû.

Ji destpêka şibatê, februarîyê de şirketên telefonan peredanên bi rêya sms:an êdî nema qebûlkirin û agahdarî didan ku mirov kare xizeta peredanê ya nû, Wy wallet bikar bîne.

Ev yeka tê bi wateya ku hemû şirketên berê perdanên sms:an bikar tanîn mecbûr bûn vê xizmeta nû bikar bînin yan jî awayekî nû yê peredanê peyda bikin. Û ji wê demê de hem rêxistinên xêrxwaz yên yarmetîyê û hem jî trafîk kolektîv di temamê Swêdê de kêmbûneke kirîna bi sms:an ya bi hêz dîtine.

Maria Björner Brauer, şefa yekîneyê bo bazar û firotinê li beşê trafîka rojavayê Swêdê, Västtrafik li Göteborg, dibêje ku wan nîvî hejmara bilêtên sms:an yên ew wekî din difiroşin di şibatê de firotin û li gor wê bi rêwîyan sîstema berê hêsantir bû:

-Bêgûman reaksyon û li dij derketinên hember vê sîstema nû gelek bûn û li gor gelekan ev sîstema nû zehmet û tevlîhev e, di heman demê de jî gelek dibêjin ku ev ne biryar û hilbijartina Västtrafik bi xwe ye.

Brauer dibêje, em mecbûr bûn li gel guherînê herin da ku yên rêwî karibin bi bilêtên sms:an siwar bin. Îc a bi vî awayî beşekî mezin ji kirîyarên wan ji rewşê tê digihêjin. Lê li hêla din jî bi gelekan sîstema berê baştir û hêsantir bû û em jî li gel nerîna wan ne. Bi rastî jî berê hêsantir bû.

Hem warê trafîka herêma Skåne jî kêmbûna firotina bi sms:an nîşan didin. Ullrika Mebius, berpirsa çapemenîyê li Skånetrafiken dibêje ku bo wan giring bû ku heman jimareya bo kirîna bilêtên bi sms:an bihêlin di şûna ku xizmeteke nû saz bikin bi jimareyeke nû.

Lê her dîsan jî ev guherîn hem bo Skånetrafiken û hem bo rêwîyên wan bi zehmet bû:

-Hemû guherîn bi awayekî zehmetin û ez bawer dikim nerîna kirîyarên me jî her ew bû. me nerîn û rexne wergirtine derbarê ku her tevlîhev e û berlkî çareyeke nû bên danîn.

Nicholas Rundbom ji Telia bi rexne û nerînên derbarê zehmetîya vê guherînê û sîstema Wy Wallet zan e û mixabin dibîne ku nerîn ev e derbarê wê:

-Bi me ev nerîn gelekî nexweş û mixabin e û em bi wan zanin jî. Beşên mezin ji trafîka kollektîv hilbijartine ku çareyên xwe bi pêş ve bibin, bêgûman me dixwest ku Wy Wallet hilbijêrin. Lê Rundbom dibêje ku wan hilbijartîye xizmetên xwe di vî warî de bi pêş ve bibin û em zanin ku dibe wekî astengîyekê bo kirîyaran.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".