Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/
Pîrozkirina Newrozê li gelek deverên Swêdê dest pê kirîye. Wêne: Zayele

Li du herêmên Stockholmê agir tê dadan

Guhdarîya raporê bike
7:22 min

Pîrozkirina Newrozê li gelek deverên Swêdê dest pê kirîye. Û îro êvarê kurd li dû deveran agirê Newrozê dadidin, lê rexne li rêxistinên kurdan dibin ku bi rêkûpêkî vê cejnê saz nekin.

Ji doh êvarê de li navenda bajarê Stockholmê, cejna agir, çarşemî sûrî û ya kurd jê re dibêjin çarşema kurt li Kungsträdgården li dar ket. Ya ji alîyê komeleya îranî Farang, Riksteater, ABF li Stockholmê û çendîn komeleyên çandî yên swêdî-îranî hate saz kirin. Lê ne tenê faris doh ev cejin li Kungsträdgården pîroz kirin, herweha kurd, balûç û afganî jî ango hemû ew kesên Newrozê pîroz dikin amade bûn.

Bernameya cejna agir li Kungsträdgården dewlemend bû û sazkirina cejnê bi rêkûpêkîyeke bê qisûr li dar ket. Herçend ku hewayê doh ne yê buharê bû û berf û sermaya dibarîya Stockholm kiribû peytexta zivistanê her dîsan bi sedan kes li kungsträdgården amade bûn bo beşdarbûna cejna agir, çarşema kurt.

Îro êvarê îca kurdên barjarê Stockholmê wê agir li du deverên cuda dadin, li Bredäng û li Eggeby gård. Li gor Bêhrûz û Ako, du kurdên ku li Kungsträdgården amade bûn, kurd hîna fêr nebûne cejna agirê Newrozê bi awayekî organizekirî saz bikin.

Komeleya kulturî û demokratîk li Stockholmê ya di nav kurdan de bi navê komelaya kurd li Spångayë hatîye naskirin ev 25 sal bi sazkirina cejna agirê Newrozê li Eggebygård radibe. Burhan Yildiz, serokê komeleyê derbarê pirsa organizekirina agir dadanê dibêje ku wan bi heman awayî di hemû salan de hatîye pîrozkirin lê ew bo hizrên nû û hevkarî li gel alîyên din geşbînin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".