Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/
Wêne: Scanpix

Li zarokên tûşî tawanên cinsî bûne nayê nerîn

Li kêm zarokên bûne qurbanên tawan û destdirêjîya cinsî yan jî zerera lêdana giran li wan bûye li wan tên nerîn ba doktor, herçend ku gilîya tawanê ba polîsê bûye jî.

Konsekven û encamên wê ku ev zarok nayên lênerîn û mayenekirin ba doktorî dibe ku tawana hember zarokan kêm caran digihêja pëvajoya dadgehkirinê, ji ber piranîya caran lênerîna pizîjkî wekî delîl di dadgehê de pêwîst e.

Li gor doktorê zarokan Gabriel Otterman ji komeleya doktorên zarokan ya swêdî, ku endamekî grûpa karî ye bo zarokên zerer li wan bûye, zarokin hene ku zerer li wan bûye û bi giranî birîndar bûne û lênerîna pizîjkî ji wan re ne bûye.

-Em zanin ku ew bir giranî birîndar bûn yan jî ku çîroka hatîye gotin gelekî cidî bûye lê her dîsan jî nebûye hoya lênerîna pizîjkî. Û ku dokumentkirin ango tomarkirina bûyerê tune ye. Doktor Gabriel Otterman dibêje ev gelekî dibe û asayî ye.

Lênerînên pizîjkî giringin bo ku tawan karibin bibin hoya pêvajoya dadgehkirinê. Dema lênerîna pizîjkî bo zarokan neyê kirin wê demê isbat jî pê re wenda dibin. Û mafê zarokan yê safîbûnê û ku ji destdirêjîyên nû bên parastin jî wenda bibe.

Hejmarên ji dezgeha berlêgirtina tawanan, Brå, diyar dikin ku di hindirê sala par de bêhtirî 14 000 gilîyên derbarê tawan û destdirêjîya cinsî, tecawizkirin yan jî lêdana hember zarokên bin 15 salîyê de ba polîs bûne.

Û li gor hejmarên ji dezgeha pizîjkîya dadwerî yên di heman salê de pêşkêş bûn, tenê 430 lênerînên pizîjkîya dedwerî pêk hatin û belgeyên dadwerî hatin nivîsîn. Doktorê dadwerî bi xwe yê li ser daxwaza polîs yan dozger li zarokan dinerin. Ev yeka eşkere dike bê çawa li hejmareke kêm ya zarokan tên nerîn bi hoya isbatkirina tawanê.

Derxistina statistîkeke tam durist derbarê hejmara van zarokan bi zehmet e, ji ber ku hem doktorên li navendên lênerînê ango vårdcentralan yan yên li nexweşxaneyan kar dikin karin belgeya dadwerîyê ya pizîjkî binivîsin û ev statistîka bi awayekî komkirî tune ye.

Agahdarîyên hene ji lêhûrnerîneke lêkolîna dewletî ya malazarokan ji 2010 de hatîye ya tê de li 1000 pêşlêkolînên derbarê tawanên hember zarokan hatîye nerîn.

Ev lêhûrnerîn diyar dike ku tenê % 13 ji zarokên ku gûmana zerera destdirêjîya cinsî, tecawiz yan jî lêdana giran li wan bûye lênerîna pizîjkî ji wan re bûye. Li gor nerîna Åsa Landberg, psîkolog li rêxistina mafê zarokan, Rädda barnen, ku lênerîna pizîjkî bo kêm zarokan tê çêkirin:

-Ez dibînim ku ev yeka tirsnak e. Landberg dibêje, dema ez bi wan yên di warê lêkolîna tawanên hember zarokan re kar dikin diaxivin, nerîna wan giştî ew e ku doktor kêmê caran li van zarokan dinerin bo isbatkirina bûyera bi serê wan de hatîye. Hem doktorên zarokan, serkreterên xizmeta civakî, polis û dozger vê yekê dibêjin.

Psîkolog Åsa Landberg dibêje, lê her dîsan jî bi organizekirin û bi rêkûpêkxistina karî biserneketine da ku baştirbûnek di vî warî de bibe.

Anna Kaldal, dosent di warê dadweîya pêvajoyî li zanîngeha Stockholmê, tawanên hember zarokan lêkolîn dike. Û ew jî beşdarî lêkolîna dewletî ya malazarokan di 2010 de bû. Li gor Kaldal dema dibe derbarê tawanên hember zarokan zêdetir giring e ku lênerînên pizîjkî çêbibin, ji ber ku kêm caran şahidek di bûyera bi serê wan de hatîye heye û piranîya caran jî yê tawanker di rewşa wan de yek ji dêûbavê wan e:

-Dosent Anna Kaldal dibêje ya diyarkirî ew e ku pirsa derbarê isbatkirinê gelekê caran bi zehmet e. Bi taybetî nîşan û şopên fîzîkî yên berçav karin isbatin bi hêjayîyeke mezin bin bo derfeta berdewamkirin û bi pêş ve birina pêşlêkolînê.

Doktorê zarokan, Gabriel Otterman, psôkolog Åsa Landberg û herweha lêkolîner Anna Kaldal, hemû hebûbûna navendeke neteweyî bo vî warî giring dibînin.

-Kaldal dibêje, eger em bi rastî bixwazin kvalîteyê bilind bikin û bi cidî karê pêşvebirina vî warî bikin wê demê ez bawer dikim em bi pêwîstîyê ne ku vê yekê li ser asta neteweyî kom bikin. Hem zanîyarî, perwerde û pêşketin wê bi metodeke neteweyî yê komkirî bi hêztir bûna.

  

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".