Nivîskar  Sirac Kekuyon (Bilgin) û kitêba Newroz. Foto: Besir Kavak
Nivîskar Sirac Kekuyon (Bilgin): "Newroza kurd gelî ye, ne ya desthilatdaran e". Foto: Besir Kavak
Sirac Kekuyon (Bilgin)

Newroz ne seyran e, Newroz têkoşîn e

Newroz têkoşîn e
11 min

Li hember rexneyên ku Newroz pir hatiye polîtîzekirin dîroknas û nivîskarê kitêba Newroz Sirac Kekuyon (Bilgin) dibêje ruhê Newrozê têkoşin e û aliyê wê yê ji bo kurdan taybet jî ew e.

Li hemberî polîtîzekirina Newrozê duh me cî dabû van gotinên nivîskar Rohat Alakom yên rexnegir.

Nivîskarekî din yê kurd, xwediyê kitêba Newroz Sirac Kekuyon ku bêhtir bi paşnavê xwe yê kevin Sirac Bilgin tê naskirin rexneyên bi vî awayî di cî de nabîne û dibêje ruhê Newroza kurdî sîyaset û têkoşîn bi xwe ye:

Belê pirs ev e. Gelo gereke newroz weke cejn û şahî bê pîrozkirin yan mîna remz û nîşaneke têkoşînê bê pêşwazîkirin?

Ji bo Rohat Alakom Newroz cejn e û çarçoveya siyasî ew herimandîye ku êdî ew bi xwe hew diçe pîrozbahiyan.

Li gor Sirac Kekuyon aliyekî Newrozê yê hatina bihar, ronahiyê û vebûna kulîlkan heye, lê ruhê newrozê bi xwe têkoşîn e û aliyê wê yê ji bo kurdan taybet jî ew e.

Û ji ber ku ew bi taybetî ya kurdan e dibêje Kekuyon pêwist e kurd li ruhê Newrozê, ango ku ew nîşana têkoşînê ye baştir xwedî derkevin.

Ji bilî kurdan Newroz ji aliyê gelek miletên din ve jî tê pîrozkirin. Wek nimûne li Îranê ew cejneke resmî ye. Di Newrozê de bi hefteyan dibistan tatîl in û sifreya taybet ya Newrozê di nav farisan de tê danîn. Bi raya Sirac Kekuyon ku hejmarek berhemên li ser tarîxê û taybetî Zerdeşt û Avesta de hatine weşandin, Newroza Îranê ji ruhê têkoşînî mehrûm e û ji aliyê dîrokî ve jî ferqên bingehîn di navbera pîrozbahiyên kurd û farisan de tên dîtin.

Ji ber ku Newroz li Iranê cejneke resmî ye pîrozbahiyên li Rojhilatê Kurdistanê piranî bê pirsgirêk derbas bûne. Xelk diçin pîrozbahiyên hev, xwarinên xweş dixwin û cilên ciwan li xwe dikin.

Li Rojavayê Kurdistanê digel astengiyên resmî jî gel di roja Newrozê de piranî derdikevin derî bajaran û mîna rojeke seyranê bi muzîk û govend pîroz dikin.

Li Bakurê Kurdistanê Newroz bi dehsalan qedexe ma. Yên ku bi nehênî jî Newroz pîroz bikirana tûşî astengî û zordariyên hiqûqa Tirkiyê dihatin û di newrozên destpêka salên 90î de gelek kes di pîrozbahiyan de hatine kuştin. Lê paşê bi bilindbûna bizava kurdî re dewleta Tirkî qedexeya li ser Newrozê rakir. Niha li Bakur Newroz roja kombûna girseyên gelî û dana peyamên siyasî yên girîng e.

Bes di van salên dawî de rewşa Başûrê Kurdistanê hatiye guhertin. Li pîrozbahiyên vî beşê Kudistanê ku desthilatdariyeke kurdî lê heye Sîrac Kekuyon çawa dinêre gelo?


Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".