1 av 2
Banga şerrawestandinê di Newroza Diyarbekirê de hate ragihandin. Foto: Katja Magnusson, Sveriges Radio
2 av 2
Serokwezîrê berê yê Swêd Ingvar Carlsson. Foto: Anders Wiklund/ Scanpix

Swêd ji ber rawestandina şer kêfxweş e

Swêd û agirbesta PKKê
6:38 min

Duh bi pîrozbahiya Newroza Diyarbekirê re peyama serokê PKKê Abdullah Öcalan ya îlana agirbestê hate ragihandin.

Siyasetmedarên Swêdî jî agirbestê weke gaveke erênî û girîng dinirxînin û ew dibêjin êdî gereke Tirkî gavan bavêje.

Wezîrê Karûbarê Derve yê Swêdê Carl Bild li ser îlana rawestandina şer ya PKKê li hemberî Tirkî dibêje:

-- Ji bo çareseriyeke demokratîk niha hewldaneke pir jidil heye. Ev encama danûstandinan û destpêka pêvajoyeke reforman e. Ez hêvîdar im ku hemû alî berpirsiyariya xwe bilîzin ji bo ku vê derfetê baş bikar bînin. Guhertina destûrê û dana mafên zêdetir li Tirkî gaveke pir girîng e.

Kesekî din ku bi rawestandina şer kêfxweşiya xwe radigihîne serokewezîrê berê yê Swêdê Ingvar Carlsson e.

-         Ji bo vê gava ku hatiye avêtin ez pir kêfxweş im. Eger mirov li benda encameke baş be divê destpêk wiha be. Niha şidet radiwest e û mecal heye ku mirov ji dil li hev rûne, gotûbêj û danûstandinan bike.  

Ingvar Carlsson destnîşan dike ku şerrawestandin gava pêşî ye û heta ku pêvajo bigihe qonaxeke li gorî dil gelek gav hene ku divê niha bên avêtin.

Li ser pirsa bê ew li benda çi gavan e Carlsson behsa guhertina destûra bingehîn ya Tirkî, dana mafê xweseriyê ji bo herêmên kurdî û rewşa zimanê kurdî dike.

Ingvar Carlsson yek ji wan serokên cîhanî bû ku di dawiya sala par de bi kesayetên mîna rêberê rûhanî yê Tîbetê Dalai Lama, xelatgirê nobelê yê Afrîka Başûr Desmund Tutu û serokkomarê Amerika yê berê Jimmy Carter re bangewazek îmza kiribû. Di bangewazê de wan daxwaza danûstandinan dikirin ji bo ku pirsgirêka di navbera kurdan û Tirkî de bi siyasetê bê çareserkirin.

Li ser pirsa bê gelo ji îro pê de xwediyê vê bangewazê wê rolekî bilîzin Ingvar Carlsson dibêje:

– Daxwaza me bi bangewaza hingî ev qonax bû ku niha dest pê kiriye. Me got 45 000 însan hatin kuştin û bi şerê van 30 salên dawî mirov nagihe tu deveran. Û me got wext hatiye ku mirov danûstandinan biceribîne. Naveroka bangewaza me ew bû û niha em gihane wê qonaxê. Lê ji niha û pê de rolekî me dê nebe, ji ber ku rewş derbasî qonaxeke din bûye”.

Lê di lihevanîna nakokiyên giran de gelek caran dewletên bakurî rolekî çalak dîtine û di navbera terefên şer de navcîtî kirine. Herî dawî di danûstandinên navbera PKKê û dewleta Tirkî yên berya çend salan de paytexta Norvêc Oslo mazûlvaniya kombûnan dikir.

Îngvar Carlsson dibêje yên ku lihevhatinê bikin terefên di nav şer de ne û barê giran li ser milê wan e, lê carna desteka ji derve pêwist dibe û girîng e. Û Carlsson dide zanîn ku herçend wî bi xwe dev ji siyaseta aktîv berdaye jî eger teref bixwazibin Swêd wê bikaribe navcîtiya danûstandinan bike û bi vî awayî piştgiriyê bide pêvajoyê.

Partiya Karkerên Kurdistanê PKK ku ji sala 1984ê ve li hemberî dewleta Tirkî têkoşîneke çekdarî dike û niha cara pêşî dewleta Tirkî ew muxatab girtiye ji aliyê Tirkî, YE û Amerîka ve muhra terorê lê ye. Swerokwezîrê kevin yê Swêdê Ingvar Carlsson balê dikişîne ser Rêxistina Rizgariya Filistîn PLO û serokê wê yê hingî Yassir Arafat û dibêje:

-         Tê bîra min dema ku Olof Palme serê xwe bi pirsgirêka Rojhilata Navîn re diêşand û cara pêşî wî hevdîtinek bi  Arafat re kirî. Gelek kes li dijî derdiketin û digotin divê mirov bi serokê terorîstan re neaxive. Lê piştre El-Fetah bû muxatabekî qedirbilind. Ango ev ne cara pêşiye, berê jî tiştên wiha hatine dîtin. Û eger mirov di pirsa kurdî de jî derbasî qonaxa danûstandinên aştiyane bibe û teref avaker bin mirovê derbasî rewşekê bibe ku ew muhr ji ser PKKê rabe. Hê em negihane wê qonaxê, lê ez hêvîdar im ku pêveçûn me bigihînin wira.


Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".