Xwepêşandana hember tecawizîya grûpî ya di 2000 de li Rissne bû. Wêne: Mark Earthy/Scanpix

Çar tecawizên grûpî ji serê salê de bûne

Guhdarîya raporê bike
6:15 min

Ta nuha di vê salê de çar rewşên tecawizîya grûpî, ango tezawizîya ku tê de bêhtir ji yek tawankarî beşdar bûye, çê bûne. Li gor lêkolîneran ev tiştekî ne normal û ne asayîye, lê li hêla din jî tiştek nîşan nade ku peywendî di navbera van her çar rewşan de heye yan jî ku ev dê bibe zêdebûnek yan jî meylek.

Lê ev her çar bûyerên tecawizîya grûpî tirs û nearamî xistîye dilê gelek keç û jinan de, wekî Ingegerd Kjellegård û Nour Moussa yên me li navenda bajarê Stockholmê bi wan re axivî:

-Zêde bi tirs e. Mirov bêhtir ditirse dema mirov pê dibihîz e. û Ingegerd Kjellegård dibêje ew nuha bêhtir hişiyara xwe ye dema derdikeve derve, ew hem xembar û hem jî ditirse. Ew dibêje divê ne bi vî awayî be, mirov divê karibe bi ewleyîyê his bike. Lê ew ji nuha ve bêhtir hizir dike ku mirov wekî keç bi tenê ne çe malê.

Li çar herêmên Stockholmê, Sundbyberg, Kungsträdgården, Alby û ya herî dawî li Tensta yê, ev çar tecawizîya grûpî hember keçên genc di sê mehên pêşî yên vê salê de bûne. Û sê ji wan derbarê tecawizîya êrîşî bû di meha yekê , januarî de. Ev ne normal e.

Li gor hejmarên dawî ji dezgeha berlêgirtina tawanan, Brå, di salê de di navbera 30 ta 60 tecawizîyên grûî dibin û piranîya wan di mala kesekî de dibin û hem qurban û yên tawankar hevûdû ji berê de nas dikin:

Lê ev rapor ji salên 1990 de ye. Ji wê demê de t anuha ti statistîk derbarê tecawizîya grûpî çê nebûne, îca li gor Klara Hradilova Sedin, lêkolîner li Brå, mirov nikare bêje eger hejmara van rewşan pir bûye yan na:

-Hîna zû ye em derbarê wê bêjin eger meylek li dar ketibe yan na. Lê beşek ji wê kare derbarê tesaduf û rasthatinê be. Sedin dibêje ev rewşana di çapemenîyê de deng û baldkişandineke wisa mezin distînin û gelekî berçav dibin danberhev bi rewşên tecawizîyê yên din re.

Li gor wê ev kare derbarê zêdebûneke çapemenî be. Eger bal bên kişandin bo rewşekê wê demê ihtîmaleke mezintir heye ku rewşên piştî wê jî baldarîyeke çapemenî ya mezin werbirgire.

Gelek lêkolîner dibêjin ku tecawiz, û di nav wan de hem tecawizîya grûpî li Swêdê zêde bûye, ji ber hoya peydabûna pornografî û wêneyên biçûkxistin û heqaretkirina jinê.

Di deh salan de hejmara gilîyên rewşên tecawizîyê sê car bûye, ji 2 500 bûn 6 200 sala par. Ronîkirinek kare ev be ku yasa îro tawanên bêhtir mîna tecawizîyê dijmêre, lê ne bi temamî ji ber ku gilîyên li dij hemû tawanên cinsî di heman demê de ducar bûne. Ji dora 9 000 rewşê di sala 2002 de ta 17 000 di sala par de.

Beşek ji vê zêdebûnê, li gor Martin Grann, psîkolog û profesor li enstîtûya Karolinskayê li Stockholmê, kare ji ber frekansa gilîkirinan ya zêdebûyî be:

-Ev zêdebûn wisa berçav e ku me belkî îro rewşeke li Swêdê hebe ya tê de şideta cinsî zêde dibe, lê eşkere kirina vê yekê bi rêyeke zanistî bi zehmet e. Lê herçend ku rewşên tecawizîya grûpî bi demê re zêde bûbin, hîna jî tiştek tune ye bëje ev derbarê meylekê yan zêdebûnekê ye, li gor lêkolîneran.

Lotti Helström, serpizîjik li beşê acil yê jinên tûşî tecawizîyê bûne li Södersjukhus li Stockholmê, dibêje ku li hêla din baldarîya çapemenî bo van rewşan kare bandorê bike ku bêhtir biwêrin gilî bikin:

-Ya mirov kare hizir bike ew ku dema bêhtir balkişandin bo van rewşan dibe jin jî biwêrin gilî bikin, û ne jê birevin, xwe veşêrin û li ser ne axivin. Lê ku bo polîs yan jî ji me re bêjin çi bi serê wan de hatîye.

Martin Grann ji enstîtûya Karolinskayê  dibêje mêrên gencin yên bi tecawizîyê radibin, lê yên tawanê di grûpê de dikin cuda ne ji mêrên bi serê xwe tecawizîyê dikin. Yên beşdarî tecawizîya grûpî dibin dikevin bin bandora dexta grûpê de:

-Beşek ji ronîkirina van rewşan dext û lêsorkirina di grûpê de ye û dema destdirêjî û êrîşkirin dibe bêhtir ji yek kesî tê de beşdar dibin yën wekî din belkî bi serê xwe tucarî ev kar bi serê xwe nekirina. Lê di grûpê de belkî yek yan çend kesên bi meyla destdirêjîyê hene û yën din jî bi xwe re dikişînin tawanê.

Û yên dibin qurbanên tecawizîya grûpî bi gelekî bêhtir xwe xirab his dikin û bêhtir tûşî xemokî û sîndromên nexweşîya derûnî ya bi navê posttraumatisk stress dibin piştî bûyerê, li gor Lotti Helström ji beşê acil bo jinên tuşî tecawizîyê bûne bi kêmanî yek ji sê beşan bi vê nexweşîyê dikevin û hejmara bêhtir di nav yên dibin qurbanên tecawizîya grûpî de.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".