Wêne:Lundahl/Scanpix.

Partîya navendê bernameyek fikirî ya nû danî

Piştî komcivîna Partîya navendê, partî bernameyeke fikrî ya nû pejirandin, bernameyek bi gelek guherînan danberhev bi wan pêşnîyazên di destpêka salê de hatin şîrove kirin re. Seroka partîya navendê Annie Lööf bi encamên komcivîna partîyê razîye.

-Demeke bi zehmet bi ser me de derbas bûye û ev yeka hişt ku endamên me yên di gelekê salan de ne zêde çalakbûn nuha çalak bibin û bernameya firkirî ya partîyê form bidin.

Seroka partîya navendê Annie Lööf dibêje, piranîyeke mezin ji partîyê alîgirên bernameya fikrî ne ya min û birêvebirîya partîyê pêk anîye.

Doh, piştî temembûna komcivîna partîyê beşên dawî yên bernameya fikirî ya partîyê hatin qebûlkirin û partî nuha bi bernameya nû fermî beşek e ji lîberalîsmê, herçend ku cureya partîya bi kesk, sosyal û desentralîzekirî tê tarîf kirin.

Per Ankersjö, serokê bernameya fikrî ye û endamê birêvebirîya pirsên jîngeha bajarî ye:

-Bi awaeyekî giştî ev komcivîn partî bi berfirehî lîberalîze kir. Berîya hertiştî di vê pirsê de û eger em bidin ber şîroveya dirêj û ya hestyar ku me di zivistanê de hebû.

Nuha komcivîn bi nivîskî û zelalî giheştîye vê qonaxê, ku me sînorên vekirî divên, em tevger û bizaveke azad dixawzin û di demeke nêzîk de hem siyaseteke koçê û ya biyanîyan ya mirovane û comerd jî dixwazin.

Lê diyar e herkesê di komcivînê de amadebûn di derbarê pirsa siyaseta biyanîyan de nelihevbûn. Li gor hindekan sîstema îro heye bi kêrî koçberîya penaberan bo Swêdê û hem jî koçberîya hêza karî bo Swêdê nayê:

-Dick Larsson, nûnerek ji Uppsala yê dibêje ku em îro nikarin tiştekî pêşkêşî wan mirovên wekî penaber yan jî ji ber sedemên din tên Swêdê bikin. Em bikêrî karê derbaskirina wan bo civakê nehatine. Kar bi destê wan nakeve, ew li derveyê civakê dimînin bi awayekî belkî xirabtir e ji ciyê jê hatine û ev ne layiqê welatekî ye ku sînorên xwe bo van mirovan veke û ji wan re bêje hûn bi xêr bên.

Piranîyek di partîyê de dibêjin ku sîstema partîyê kevnar e bo pirsa pêşwazîkirina mirovên ku ji ber sedemên cuda tên bo vî welatî. Abir Al-Sahlani, endam di komîteya partîyê de û endama parlamanê ji partîya navendê xwedan vê hizrê ye:

-Ez piştrastim ji wê ku piranîya kesên di partîyê de dizanin ku pêşbirekexwestinên entegrasyonê ku me hene ne ji ber wê ne ku kesên tên Swêdê ji ber sedemên cuda mirovên xirabin yan jî mirovin dixwazin ser yarmetîya bijîn .

Lê ji ber ku ew piçekî cudane, bi awayekî cuda hizir dikin û swêdîya şikestîye alavên me yên siyasî û sîstema me avakirîye nikarin derfetekî hevnirx bide wan. Li gor bawerîyên min Al-Sahlandi dibêje piranîya kesên di partîyê de zanin ku bi vî awayî ye.

Ma gelo bi vê nerîna lîberal rîsk peyda nabe ku gelek endamên partîyê des tji partîyê navendê berdin û berê xwe bidin partîyên rexnegirên koçê û belkî jî bibin alîgirên demokratên Swêdê?

Muharrem Demirok, endamê birêvebirîya şaredarîya Linköpingê ye:

-Tenê partîya navendê di hilbijartinên çûyî de ya herî kêm di nav partîyan de ku alîgirên wê dest ji partîyê berdan bo partîya demokratên Swêdê. Hilbijêrên me ti meyla wan bo dijberîya biyanîyan tune ne. Lê herdem nearamî di civakê de heye . Konjunktureke aborî ya daketî li dar e û divê têgihiştink hebe di civakê de bo pirsên mirovan. Û pirsên mirovan ne wekî helwêsta dijbiyanîyan e.

Ku partîya navendê nuha xwe bi partîyeke lîberal dide nasîn astengî partîya gel ya bi awaykî adetî xwe wekî partîyeke lîberal dibîne nabe ? Stina Bengtsson , seroka yekîtîya jinan ya partîya navendê li Stockholmê ye û ew partîya gel wekî partîyeke lîberal nabîne:

-Em wekî nimûne kêm caran alîgirên qedexeyan e. Partîya gel bêhtir alîgirên qaydedanînan û çavdêrîkirinên dewletî ne danberhev bi me re. Li gor nerîna min, Bengtsson dibêje, partîya navendê ji partîya gel lîberaltir e. Em ji zû ve lîberal bûn, bi gelekî berîya em xwe bi lîberal bidin nasîn.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".