Christine Lagarde, dîrektora Fona Diravî ya Navneteweyî, Jeroen Dijsselbloem, serokê grûba euroyê, Olli Rehn, komîsyonerê YE. Foto: John Thys/Scanpix

Herêma Euroyê deynê tengasiyê dide Qibrisê

Ṣevê din welatên euroyê ji bo Qibrisa di krîzê de biryara pakêtek nû ya rizgariyê dan. Li gorî pakêta krîzê ya hefteya derbasbûyî, pêṣniyaz bû ku hemû Kibrisiyên xwediyê hesabên bankê bacek yek carî bidin lê ev pêṣniyaz rastî rexneyên giran hat. 

- Bi vê biryarê re me Kibris û tevahiya herêma euroyê ji vê rewṣa neewle rizgar kir, serokê koma euroyê, Yerown Dijsselbom lihevhatina ṣevê din dinirxîne.  

Û niha li ṣûna wê, koma euroyê û hikûmeta Kibrisê biryar dane ku barê herî giran bihêlin ser milê du bankên herî mezin. Banka Laiki namîne û hinek hesabên li vê bankê jî tên derbaskirin bo Bank of Cyprus. Di encamê de sektora mezin ya bankan li Kibrisê pir biçûk dibe û li gorî peymanê heta sala 2018 hejmara bankên Kibrisê dê bibe bi qasî navinciya herêma euroyê.  

Lê pakêta rizgariyê ya ji 10 milyar euro’yî dê bikare Kibrisa di krîza aborî de bîne ser lingan? Bersiva vê niha ne diyar e lê heta nîvê meha nîsanê hûrgiliyên pakêtê dê zelal bibin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".