Foto: Ulf Palm/Scanpix/

Komîsyonera YE dixwaze rêya zanîngehan veke

Li gorî komîsyonera YE, Cecilia Malmström, Ewrûpa ji xwendekar û lêkolerên mêvan re divê bêhtir rê veke. Ew îro pêṣniyarqanûnekê pêṣkêṣî parlemanê dike ji bo ku kesên ne hemwelatiyên YE hêsantir bikarin bo zanîngehên ewrûpî serlêdanê bikin.

Ji sala 2011 ve dema Swêd biryar da ku xwendekarên ne hemwelatiyên YE ji bo li vir bixwînin divê pere bidin, hejmara van xwendekaran %80 kêm bûye. Lê li gorî Cecilia Malmström pêdiviya Ewrûpa bi zanebûn û zîrekiya wan heye.

- Ev mirovên jîr piṣtî perwerde yan jî lêkolîna xwe, li ṣûna ku fêdeyê li pêṣketin û aboriya Swêd û Ewrûpayê bikin, ji ber sedemên burokratîk, berê xwe didin parzemînên din û wisa jî Ewrûpa zanebûna van mirovên jîr wenda dike, Cecilia Malmström dibêje.

Halî hazir li çend welatan, weke mînak Letonya û Luxemburg, qedexe ye ku xwendekarên ne hemwelatiyên YE li wir kar bikin. Li gorî pêṣniyaza komîsyoner Cecilia Malmström, ev xwendekar dê bikarin ji bo kar û mayîna li welatên YE serlêdanê bikin û di nava du mehan de biryarê wergirin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".