Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/

Li ṣofêrê dabeṣkar lêkolîn hat vekirin

Ṣofêrekî otobusê ji karê xwe yê xeta Eckerölinjen hat avêtin piṣtî ku hat zanîn ku wî li gorî rengê wan mirov dabeṣ kirine. Li gorî kesên ku rastî vê dabeṣiyê hatine, ṣofêr kesên reng swêdî û yên reng biyanî derbasî du otobusên cûda kiriye.   

Piṣtî ku ev bûyer ji aliyê rojnameya Dagens Nyheter ve hat eṣkerekirin, kompaniya People travel group biryar daye ku lêkolînekê bidin destpêkirin. Heta lêkolîn bi encam bibe ew ṣofêr dê nikaribe li wê xetê kar bike, berpirs Christer Letzell dide zanîn.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".